Li 3 bajaran operasyonên qirkirina siyasî: Çek danî ser serî

Di çarçoveya pênganên operasyonên qirkirina siyasî de destgîrkirin û girtin dewam in. Li Aydin, Bûrsa û Edeneyê operasyonên qirkirina siyasî didomiin.

Polisan, serê sibehê bi ser mala Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Ortaklarê ya Aydinê Tekîn Erîklî de girtin. Polisan, di serdegirtinê de Erîklî destgîrkirin. Hat hînbûn ku Erîklî ji ber parvekirinên xwe yên lis er medya civakî hatiye destgîrkirin û di dema destgîrkirî jî polîsan çekê kirin serê zarokê 12 salî S.E. yê Erîklî. Dîsa hat hînbûn ku dema hevjîna Erîklî Gulîzar Erîklî bertek nîşanî polîsên ku çek kirine serê zarokê wê daye polîsan jê re gotiye dixwazin şansê xwe pir nede zorê.

BÛRSA

Li Bûrsayê, ji 5 kesên hatibûn destgîrkirin, kesek hat girtin. Azîz Amak, Îbrahîm Tekeş, Onûr Demîr, Serkan Savgan û Îbrahîm Gezen bi hinceta parvekirinên medya civakî pêr hatibûn destgîrkirin. 5 kesên li ewlekariyê îfade da, sewqî dadgehê hatin kirin. Ji 5 kesan Azîz Amak hat girtin û 4 kesên din serbest hatin berdan. Hat diyar kirin ku Azîz Amak, şandin Girtîgeha Tîpa H a Bûrsayê.

EDENE

Li Edeneyê 10 kesên 3 jê zarok ku hatinbûn destgîrkirin piştî karûbarên wan ên li emniyetê û şûnde sewqî Ediyeya Edenê kirin. Ferhat Sezgîn, Gaffar Meşe û Muhammed Seyîd Bariş ên li gel zarokên bi navê A. A., Y. Î. û S. E. yên îfade li dozgeriyê dan bi şertên tedbîrên kontrolê, bi daxwaza girtinê jî endamê Meclîsa Ciwanan a Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ferhat Kalkan, Serdal Aslan, Hasan Aslan û Îbrahîm onen bi îdîaya ‘endamên rêxistinê’ sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê kirin. 3 jê zarok 6 ciwan bi şertê pêkanîna kontrolê, Kalkan û 3 ciwan jî cezayê ‘hebsa malê’ lê birîn.