Li 3 bajaran herî kêm 9 kes hatin binçavkirin

Li Bedlîs, Sêrt û Agirî, herî kêm 9 kes hatin binçavkirin

Li Bedlîs, Sêrt û Agirî, herî kêm 9 kes hatin binçavkirin

Hikûmeta AKP'ê, tevî komkujiyên li bajarên Bakurê Kurdistanê dike, operasyonên xwe yên qirkirina siyasî jî didomîne.

BEDLÎS

Tîmên taybet ên Tirk avêtin ser gundê Miryanis ê Bedlîsê û Celal Îşçen (33) û Orhan Altintaş (23) kirin binçavan.

SÊRT

Tîmên tevgera taybet û ekîbên jendermeyan li Sêrtê jî avêtin ser gundikê Zeviyasor ê ser bi gundê Erbo yê navçeya Hawêlê. Di serdegirtinan de li gundê Zeviyasor herî kêm 3 kes hatin binçavkirin. Nehat zanîn ku binçavî bi ku ve birine.

AGIRÎ

Tîmên taybet ên ser bi Midûriyeta Emniyetê ya Agirî, li navenda navçeya Avkevir û li gundê Dûmanli dest bi operasyonê kirin. Di serdegirtinan de li gundê Dûmanli Fûat Akdenîz û Yasîn Akdenîz, li navenda navçeyê jî Mûsa Taşdemîr û Mehmet Alî Bûdak hatin binçavkirin.

Binçavî birin Midûriyeta Emniyetê ya Agirî.