Leyla Xalid li dijî dagirkirina emperyalîst banga serhildana sêyemîn kir
Leyla Xalid li dijî dagirkirina emperyalîst banga serhildana sêyemîn kir
Leyla Xalid li dijî dagirkirina emperyalîst banga serhildana sêyemîn kir
46’emîn salvegera têkoşîniya aniya rizgariya gelê Fîlîstinê li Şaxa TMMOB ya Odeya Mîmaran a Stenbolê ya Buyukkentê hat pîrozkirin. Endama Buroya siyasî ya FHCK’ê ya ku ji ber berfa zêde ji Fîlîstînê nekarî bê Stenbolê Leyla Xalid bi sînevîzyonekê tevli bernameyê bû. Xalid bang li hemû kesî kir ku li dijî dagirkeriya emperyalîst dest bi serhildana sêyemîn bikin.
Di şahiyê de hevsrokên HDP’ê Ertugrul Kurkçu û Sebahat Tuncel, parlamenterê Stenbolê yê HDP’ê Levent Tuzel û pisporê Rojhilata Navîn nivîskar Faîk Bulut di bernameyê de amade bûn.
Bernameyê bi sirûda enternasyonel destpê kir û piştre deqeyek rêz hat girtin. Endama Buroya Siyasî ya FHKC Leyla Xalid bi sînevîzyonekê tevli bernameyê bû.
Xalid di serî de Yaser Arafat, Ahmad Yasîn û Fahîchîqaqî û hemû şehîdên şoreşê bibîranî. Xalid di serî de sekreterê giştî yê FHCK’ê Ahmad Sedat û hemû hevalên xwe yên jin û mêr yên di zindanan de jiyana xwe derbaskirin jî slav kir.
Xalid destnîşan kir ku ew li herêmeke ku berjewendiyên pir mezin yên emperyalîstan hene dijîn û got: “ez bûme şahidê demên dawî ku DYA cîhane yek cemser ferz dike. Cîhan hêdî Hêdî der basî cîhana pir cemserî. Ev pergala pir cemser dê jiyanan ji şer rizgar bike, kesên li dijî emperyalîzmê têdikoşin dê bi hêz bikin. Herêma Rojhilata Navîn herêma ku şahidiya tevliheviyên herî mezin kiriye. Bi salan me xwest em vê yek cemseriyê ji holê rabikin û bikevin riyeke baştir.” Xalid behsa xebatên FHKC’ê jî kir û got ligel hemû zor û zehmetiyan kontreya xwe ya yekemîn pêk anîne. Xalid got zor û zehmetiya herî mezin dagirkerî bû û got li herêmê hê jî hebûna siyanîstbûnê didome.
EMPERYALÎSTAN BIHARA EREBAN VEGUHERT BIHARA XWE
Xalid da zanîn ku ligel hemû mudaxaleyên emperyalîstan gelên Rojhilata navîn li dijî rejîman bi awayekî hevdem serî hildane û got: “lê DYA û Siyonîst ji vê Bihara Ereban tirsiyan û hewldan ku van serhildanan li gorî berjewendiyên xwe birêve bibin. Niha li tiştên li Sûriyeyê tên jiyîn vê stratejiyê nîşan didin. Emperyalîst dixwazin ji bo berjewendiyên xwe Sûriyeyê parçe bikin. Zilma li Fîlîstinê hatiye jiyîn jî parçeyekê vê dagirkeriyê ye.
EM BERXWEDANÊ BILIND BIKIN
Xali di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku li dijî van pêkanînan muzakerevanan di muzakereyan de israr kirine û dê ji vir jî tiştek derkeve û got: “Ev pêvajoya muzakereyê ku pêvajoay têkoşîna gelê Fîlîstinê paçe kir, dê zêdetir berbi xetereyê ve bibe. em wek FHKC’ê ji roja destpêkê de ye li dijî vê banga têkoşînê dikin. Wekê ku em li dijî pêvajoya hevtîtinên aştiyê yên Osloyê derketin, em li dijî pêvajoya muzakereyê ya niha jî derdikevin û em ban li muxataban dikin ku bila vê pêvajoyê bi dawî bikin.
Xalid peyama ku sekreterê Giştî yê FHKC’ê Ahmad Saadat şand jî xwend û li ser daxwaza Saadat jibo Mandela deqeyek rêz hat girtin.
FHKC BÛ ÇAVKANIYA ŞOREŞGERÊN TIRKIYÊ
Piştre hevserokê HDP’ê Ertugrul Kurkçu axivî û got gelê Fîlîstinê jiyaneke azad û aştiyane ji zûde heq kiriye û got hêviya wî eve ku ev dagirkerî bi dawî bibe. Kurkçu wiha got: “Ji bo me Marksîstan FHKC her tim girîng bû. FHKC ne tenê di doza Fîlîstinê de girîngiya navneteweyî bi me da hînkirin. Têkoşîna FHKC’ê bo şoreşgerên Tirkiyê gelek girîng bû. Îlham dida şoreşgerê tirkiyeyê.
Kurkçu da zanîn ku du gelên bê dewlet yên Rojhilata Navîn Kurd û Fîlîstîn heta qedera xwe bi tayîn nekin dê aştî û azadî neyê Rojhilata Navîn.
Herî dawî Sabahat Tuncel jî axivî û da zanîn ku ew bi gelên Fîlîstinê re pir dişibin hev û got: “Em jî mirin, em jî ketin zindanan; lê em tu carî serî netewand. Heta ku azadiya gelê kurd û fîlîstinê pêk neyê dê azadî neyê Rojhilata Navîn.
Her wiha danezana FHKC’ê hat xwendin û piştre sînevîzyon û muzîk hat pêşkêşkirin.