Leyla Guven peyam ji Nîna Ehmedî re şand

Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, peyamek ji Nîna Ehmedî re, ya ji Rojhilatê Kurdistanê re şand, ku li Viyanayê tedawiya pençeşêrê dibîne û got, ''serfirazî nêzîk e''.

Parlamentera HDP'ê Leyla Guven, peyameke bi dîtbarî ji Nîna Ehmedî re şand, ku Ehmedî jî 1'ê Adarê bi halê xwe yê nexweş peyameke bi dîtbarî ji Guven re şandibû.

Nîna Ehmedî ku ev 30 sal in di nav têkoşîna azadiyê de xwedî ked e, ji ber pençeşêrê malzarokê li Viyanayê tedawî dibe. Ehmedî, di peyama xwe de ya ji bo Leyla Guven, gotibû, ''Ez nexweş im, lê moralê min baş e, ji ber ku baweriya min heye, baweriya min bi Rêbertiya me heye, baweriya min bi wan kesan heye ku bi salan e ji bi ramanên Rêber Apo têdikoşin.''

Leyla Guven jî di peyama xwe e ya ji bo Ehmdî got, ''Dengê me giha her deverê. Serfirazî nêzîk e. Em ê di demeke kurt de encamekê bistînin. Dema ku me encam stand jî, ez ê mîzginiyê bidim te, dîsa bi hev re jiyaneke azad û bi anor bidomînin.''


Peyma Guven a bi Kurdî wiha ye: 

''Hevala min Nîna, ez Leyla Guven. Ez ji Amedê slavên jidil ji te re dişînim. Min di çapemeniyê de peyama te dît, ez gelekî kêfxweş bûm. Te bi dengekî xurt û bi dilekî germ peyam şandiye. Ez gelekî malavayiyê li te dikim. Hevala min a hêja, beriya her tiştî şîfa xêrê ji bo te dixwazim. Heke tu bixwazî, tu hewl bidî, em ê jî ji bo te hewl bidin. Dema ku em enerjiya xwe bikin yek, tu yê baş bibî. Ez hêvî dikim ku di demeke kurt de baş bibî û bigihijî qada azad. Ez bawer dikim ku tu yê heq ji vê nexweşiyê derkevî, baş bibî. Ya dî, tiştên ku te gotine pir girîng in.

Em Kurd, li çar parçeyên Kurdistanê bi salan in hewl didin (...) Em dibêjin, em hene, em civakek in, mafên me hene û weke hemû civakên li cîhanê em dixwazin bi aramî jiyana xwe bidomînin. Lê serdestan ti caran destûr nedan ku em rêxistiniya xwe geş bikin, xebatên xwe bikin (...). Çi dema ku me tiştek xwest, dema ku me got, ''zimanê me hebûna me ye, anora me ye'', çi dema ku me got, ''çanda me nasnameya me ye'', ji me re gotin, 'terorîst', siyasetmedarên me hatin girtin, gelê me hate girtin, qira me anîn.
Ji wan weye ku em ê li ber wan serê xwe bitewînin, lê ti caran me serê xwe li ber wan netewand. Li çar parçeyên Kurdistanê her demê me berxwedan geş kir û em hatin vê merheleyê. Niha jî, beriya bi 20 salan birêz Ocalan bi komployekê anîne Tirkiyê. Ji wê rojê ve tecrîd li ser hatiye danîn. Me çi qasî hewl dabe jî me nekarî ku tecrîdê bişkînin. Her çendî me ji van desthilatan re got, ''êdî bes e, hûn nikarin tecrîdê li ser gel deynin'' jî, me nekarî ku dengê xwe bigihînin wan. Niha gelek hevalên min jî di çalakiyê de ne û hê jî didome. Dengê me gihaşte her deverê. Serfirazî pir nêz e. Em ê di demeke kurt de encamê bigirin. Dema ku me encam girt, dîsa ez ê mizgîniyê bidm te, dîsa jiyaneke azad û bi anor bidomînin. Hevala min a hêja, dîsa, ji bo peyama te malavayiyê li te dikim. Ji bo hîsên te yên pak û daxwazên te yên biqer ez  malavayiyê li te dkim. Giyanên me bûne yek. Ez şîfayê ji bo te dixwazim. Hêvî dikim ku di demeke kurt de baş bibî.''