Leyla Guven li Cape Townê hate silavkirin

Li paytexta Efrîka Başûr Cape Townê, di çarçoveya 8'ê Adarê de tecrîd hate şermezarkirin û Leyla Guven hate silavkirin.

Li paytexta Efrîka Başûr Cape Townê, Kurdistanî tevî dostên xwe li ber Konsolosxaneya Tirk li hev civiyan û bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de bal hate kişandin ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana Leyla Guven.

Çalakî ji aliyê Koma Çalakiyê ya Mafên Mirovan a Kurd, Partiya Komunîst a Efrîka Başûr û Kongreya Sendîkayên Efrîka Başûr ve hate organîzekirin.