Leyla Agirî li Belçîkayê hate bîranîn

Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Leyla Agirî (Fîlîz Aslan) ku şehîd bû, li bajarê Lîege yê Belçîkayê hate bîranîn.

Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Leyla Agirî (Fîlîz Aslan) ku meha Hezîranê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, li bajarê Lîege yê Belçîkayê hate bîranîn.

Gelek Kurdistaniyên li Belçîkayê tevlî civîna bîranînê bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, bi navê Rêxistina Malbatên Şehîdan û Xizmên Windayan (KOMAW) Sûltan Ûgraş axivî.

Ûgraş diyar kir ku dilsoziya bi bîranîna şehîdan re bi mezinkirina têkoşîna wan dibe û helbeste ku li ser şehîdan nivîsî xwend.

'EGER EM BERSIVA PÊWÎST BIDIN HINGÎ SERKETIN NÊZ E'

Aktîvîsta TJK-E'yê Zeynep Dersim jî di şexsê Leyla Agirî û Dozdar Hamo de şehîdên Kurdistanê hemû bi bîr anî û destnîşan kir ku fêhmkirina şehîdan fêhmkirina girêdana wan a li jiyana azad e.

Dersim diyar kir ku eger di vê demê de li dijî faşîzm, dagirkerî, xiyanet û nokeriyê eger ew bibin yek kulm ûyek dil hingî ev yek wê ji bo gelê Kurd bibe destpêka serdemeke nû.

Dersim got, "Eger em gelê Kurd di vê demê de bersiva pêwîst bidin rejîmê, hingî serketin nêz e."

Hevseroka NAV-BEL'ê Duduye Alabay jî anî ziman ku Leyla Agirî pêşengeke têkoşîna azadiya jinê bû û divê gelê Kurd di vê demê de têkoşîna wê mezin bike û bi vî rengî bersiva watedar bide wan.

Civîna bîranînê bi nîşandana sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna Leyla Agirî dewam kir.