'Leşkerên zarok' ên Erdogan li Awûstûryayê jî derketin holê

Hefteya derbasbûyî li mizgefteke DÎTÎB'ê ya li bajarê Herford ê Elmanyayê kincê leşkerî li zarokan hatibû kirin û xwepêşandaneke nîjadperestî hatibû kirin. Şoveke din a bi heman rengî li mizgefteke li Viyanayê hate kirin.

Bûyera ku hefteya bihurî li mizgefteke DÎTÎB'ê rû da ku saziyeke Diyaneta dewleta Tirk e, 'ciwanên Hîtler' ên serdema Elmanya Nazî anîbû bîra mirovan.

Li mizgefteke DÎTÎB'ê ku yek ji girîngtirîn saziyên rejîma AKP'ê yên li Elmanyayê ye, kincê leşkerên Tirk li komek ji zarokên 4-7 salî hatibû kirin û bi çekên pêlîstok sirûd bi wan hatibûn xwendin.

Dîmenekî din ê bi heman rengî li paytexta Awûstûrya Viyanayê derkete holê. Li mizgefteke ATÎB'ê ku versiyona DÎTÎB'ê ya li Awûstûryayê ye, bi navê lîstika 'Şehîdên Çanakkaleyê' xwepêşandaneke nîjadperestî bi zarokan hate kirin.

Li ser vê xwepêşandana nîjadperestî wêne û dîmen li înternetê hatin weşandin. Di dîmen de tê dîtin ku zarokên keç ên serê wan girtî yên bi ala Tirkan tevlî vê şova nîjadperest bûne. Wekî din, zarokên emrê wan biçûk e, silava leşkerî didin û sirûdên nîjadperestiyê dibêjin. Siyasetmedarên Awûstûryayî û rayedarên hikumetê nerazîbûn nîşanî vê yekê dan.

Endamê Meclîsa Viyanayê yê ji Partiya Sosyal Demokrat a Awûtûryayê (SPO) Jurgen Czernohorszky xwest, Daîreya Ciwanan dest li rewşê werde û li ser mizgeftê jî lêpirsîneke cezaî bê kirin. Wezîrê dewletê yê ji Partiya Gel  a Awûstûryayê (OVP) Gernot Blumel jî diyar kir piştî weşandina dîmen, yekîneyên pêwendîdar ketine nava liv û tevgerê.