Leşkerên Tirk li bejahiya Stewrê derketin operasyonê
Li bejahiya navçeya Mêrdîn Stewrê, tîmên taybet derketin operasyonê.
Li bejahiya navçeya Mêrdîn Stewrê, tîmên taybet derketin operasyonê.
Li bejahiya taxên Cirzê, Çilsutun û Deriş ên navçeya Mêrdîn Stewrê, operasyona leşkerê ha destpêkirin.
Tîmên taybet ên bi hejmareke zêde maşînên zirxî yên bi tîpa akrep û kobra li herêmê hatin bicihkirin, dest bi operasyonê kirin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, tîmên taybet ên ji maşînan peya bûn, bi 3 komên cuda yên her yek ji wan ji 50 kesî pêk tê, li qadê bi cih bûne.
Operasyona li herêmê dewam dike.