Leşkerê Îranê êrîşî Kurdên bazirganiya sînor dikirin kirin

Leşkerê Îranê êrîşî Kurdên bazirganiya sînor dikirin kirin

Kurdên bazirganiya li ser sînor dikirin, dema ji geliyê Sise yê li Tilgever a bajarê Ûrmiyê derbas dibûn, rastî êrîşa leşkerên Îranê rast hatin. Di encama êrîşê de 2 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, êvara 23'ê Tebaxê saet di 23.00 de li Geliyê Sise yê li Tilgever ê bajarê Ûrmiyê, di dema derbasbûna Kurdên bazirganî dikirin mayin teqiya û dûre leşkerên Îranê êrîşî komê kirin.

Di encama êrîşa leşkerên Îranê ya bi çekên giran de, kesên bi navê Ehmed Selamet û Riza Peyane birîndar bûn, gelek heywanên wan jî telef bûn.