Leşkeran qaşo sînor nîşanî kesên çekdar dane!

Leşkeran qaşo sînor nîşanî kesên çekdar dane!

Der barê wêneyên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) yên tê de hevkariya DAIŞ-Artêşa Tirk dihat xuyakirin, Serokatiya Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk daxuyaniyek da. Li gorî daxuyaniyê, leşkerên li ser sînor nobedar, qaşo ji du kesên çekdar re herêma mayinkirî nîşan dane. Lê belê daxuyaniya mijara gotinê ya Serokatiya Fermandariya Giştî û dîmenên hatin weşandin, qet li hev nayên.

Serokatiya Fermandariya Giştî, der barê wêneyên DÎHA'yê yên li ser hevkariya DAIŞ-Artêşa Tirk de, daxuyaniyek da. Lê belê daxuyanî û dîmen li hev nayên.

Di dîmenan de, du çeteyên DAIŞ'ê yên bi çek, tên ser sînor û bi leşkerên Tirk re hevdîtinê dikin. Piştî hevdîtina bi qasî nîv saetê, çeteyên DAIŞ'ê ji leşkerên Tirk xatir dixwazin û ber bi Kobanê ve diçin.

Li gorî îdîaya Fermandariya Giştî, leşkerên li ser sînor nobedê digirtin, "her du kesên çekdar", ji bo herêma mayinkirî biterikînin, hişyar kirin. Di daxuyaniya Fermandariya Giştî de hat îdîakirin ku kesên mijara gotinê li ser vê yekê gotine 'Wan gotine qey sînor, ji cihê têlkirî destpê dike' û vegeriyane nav xaka Sûriyeyê."

Li gorî Fermandariya Giştî ya Aertêşa Tirk, weşandina wêneyên li ser hevkariya dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ'ê yên qetlîemkar, xwedî armanca "reşkirina Dewleta Komara Tirkiyeyê û Hêzên Çekdar ên Tirk e".

Çend roj berê, di dema weşana zindî ya IMC TV de, dîmenê çeteyan ê ji sînorê Tirkiyeyê derbasî Kobanê dibû, hatibûn kişandin.