Lehengên Gulanê

Lehengên Gulanê

Gerilayên Kurd bi berxwedaniya xwe meha Gulanê xemilandin û bi wate kirin. 

Bêhn û rengê kulîlka şîlan bi qasî ku nayê texmînkirin, bedew û bi arame. Bi hevaltiya beybûnan, bi dilopên baranê û bi tîrêjin rojê re serê xwe hildide. Merde û dilxweşe, dijî û jîndide, lê di quncikekê de rondikên nayên dîtin dibarîne. Şînahiya Biharê desmala xwe dirêjî Beybûn û Şîlanan dike û ji wan gelekî memnûne. Her hezdike lê binêre û pêre parvebike. Ew bedewbûna kulîlkan, aramiya xwezayê û barîna baranê balê dikişîne ser meha Gulanê û mirov bi bêhna Gulanê sermest dibe. 
Rastiya tevgera PKK ê û şehîdên wê jî, ji têkoşîna navbeyna Bihar û Zivistanê nedûr e. Di encama her berxwedaniyekê de jiyanek hatiye avakirin û serkeftin hatiye desxistin. Ger Hakî Karar kadroyê PKK ê bi wê baweriyê têkoşîn nekiribane wê mirovên mîna Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmut Zengîn û Necmî Öner derneketibane. Wexta klama sevdaliye li ber serê Ferhat Kurtay hate gotin, ew rondik ne vala rijiyan û bi her rondikekê re sozek hate dayîn. Berxwedaniya girtîgeha Amedê ya ku dilranek bi lêvbike her ku çû geştir bû û li pêşiya îxanetê bû kelem. Pêtên agirê Kurtayan beybûnên mîna Mehmet Karasungur û Îbrahîm Bîlgîn afirandin. Lehengên heyanî roja îro li berxwedan û bi herikandina xwîna xwe re gelê Kurd kirin xwedî îrade afirandin. Di vê nivîsê de pehlewanên meha Gulanê bi çi awayî têkoşîn kirine û jiyana xwe ji destdane, emê bi we re parvebikin.

EVÎNDARA BOTANÊ

Gerilaya Kurd Dersim Rêzan a bi navê Medîne İşikli sala 1986 an li Semsûrê ji dayîk bûye. Sala 1998 an ji Stenbolê tevlî nava refên gerila bûye. Ciwanê, rûyekî ku xemgîniyê nizane, çavekî ku rê nade rondikan, di jiyanê de diherike. Bi temenekî biçûk tevlî nava refên gerila dibe. Kesayeteke ji danûstandine re vekirî ye û ji tevlîbûna jiyanê re astengî nabîne. Bi xeyalê çek bide milê xwe û têkoşîn bike tê çiyan. Her çiqasî Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan şer dide seknandin û li ser bangewaziya wî gerila ji Bakurê Kurdistanê vedigerin Başûrê Kurdistanê, lê dîsa jî Dersim di wî dilê xwe yê biçûk de quncikekê ji hesreta xwe ya Botanê re dihêle. Her ku mezin dibe ew hesret di dilê wê de mezin dibe û hîsdike wê rojekê bigihîje hesreta xwe. Hemû hevalên wê gelekî jê hezdikin û di nivîsên li ser wê nivîsandine, wiha dibêjin “Hevala Dersim ewqasî bi Botanê ve girêdayî bû, mirov nikare bîne ziman. Hevaleke temenê wê biçûk bû, lê gelekî jîr û jêhatî bû. Dizanîbû çawa nêzî hevalên xwe bibe. Bi herkesî re têkoşîn dikir, lê ewqasî dilnizim bû. Mirov nikarîbû jê aciz bibe. Dilê wê ranedikir ku heval jê acizbibin. Girêdana wê bi jiyanê ve û moralbûyîna wê çavkaniya moralbûyîna hevalan bû.” 
Gerilaya Kurd Dersim Rêzan sala 2006 an derbasî Botanê dibe. Bi çûyîna Botanê re digihîje wî xeyalê xwe yê veşartî. Ji berê zêdetir tevlî jiyanê dibe û roj bi roj dibe perçek ji xaka Botanê. Dersim Rêzan piştî ku salekê li Botanê derbas dike, meha Gulanê sala 2007 an li Besta ya girêdayî Botanê, bi leşkerên Tirk ên derketine operasyonê, dikevin nava pevçûnê de û wiha jiyana xwe ji destdide. 

‘BAHOZEKE BÊ DENG BÛ’


Sarya Efrîn ya bi navê Sîham Hanan sala 1983 an li Haleb tê dinê. Dibistana seretayî bi dawî dike û dev ji dibistanê berdide. Bi riya malbata xwe tevgera azadiya Kurd dinase û sala 1999 an piştî ku Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan  dîl dikeve destê dewleta Tirk de, ew vê yekê tehemul nake û biryar dide ku tevlî nava refên gerila bibe. Pênûs hevala wê ye û lênûs jî dostê wê ye. Ji destpêka tevlî nava refên gerila bûye heyanî ku jiyana xwe ji dest daye dayîmî nivîsandiye. Çîroka jiyana xwe ya gerilayetî bi zimanê helbestvanî nivîsiye. Bi hemû gotinên xwe re sadiq maye. Bi qasî ji nivîsandine hezdike ewqasî bi jiyanê ve girêdayî ye. Di helbesteke xwe de dibêje “Çiqasî temenê mirovan mezin bibe jî, wê her xeyalê wan azadî be. Ez ji Rêber APO fêrbûm ku ji jiyanê hezbikim û ji bo wê têkoşîn bikim.”
Gerilaya bi navê Diljîn Efrîn li ser Sarya Efrîn wiha dibêje “Hevala Sarya bahozeke bê deng bû. Kesayeteke gelekî sakin bû, ji nivîsandine gelekî hezdikir. Wexta nenivîsandibane hedara wê nedihat.”
Sarya  Efrîn piştî ku derbasî Botanê dibe, li qada Gabarê dimîne û li wêderê gerilayetî dike. Meha Gulanê sala 2009 an Sarya û hevalên xwe bi leşkerên Tirk re dikeve nava pevçûnê de û wiha jiyana xwe ji destdide. 


GERİLAYA SEMPATÎK Û XWEDÎ HUNER


Gerilayeke rûyê wê diberiqe, rind û delalî ye mirov guneh dike li wê binêr e. Gelo kîjan peyv û kîjan hevok wê sadebûna wî rûyê nazenîn bi lêvbike. Keça Kurd û narîn Dûnya Nehîr ya bi navê Fatma Hûseyîn sala 1985 an li Haleb tê dinê û sala 2001 an tevlî nava refên gerila dibe. Dûnya ji ber rewşên malbata xwe ya madî zû dev ji dibistanê berdaye û di temenekî biçûk de destbi kar dike. Ji destê malbata xwe xweşiyê nabîne û her rojeke wê bi qehr û derd derbas dibe. Dibe ku bi hejmartina stêrkan yan jî bi hêviya rojekê ji vê zor û zehmetiyê rizgar bibe, her tiştekî tehemul dike. Malbata wê dixwazin wê di temenekî biçûk de bidin mêr û qedera wê radestî zilam bikin, lê Dûnya vê yekê napejirîne û dikeve nava lêgerînan de. Malbata wê tevgera azadiya Kurd PKK ê nasnake û têkiliyên wan pêre nîne, lê Dûnya vê yekê kelem nabîne û xwe digihîne kadroyên PKK ê.  
Gerilaya Kurd Dûnya Nehîr sala 2001 an berê xwe dide çiyan. Gerilayetiya xwe çar salan li Zagrosê dike. Bi rastiya bedewbûna Zagros re her ku roj derbas dibin, huner û jêhatîbûna wê dertê holê. Gerilaya bi navê Roj Efrîn wê wiha dide naskirin “Ez hevala Dûnya ji malê ve dinasim. Ji bo hevalan binase û tevlî nava refên gerila bibe, gelekî hewldida. Wexta min wê li gerila dît, ew cil û bergên gerila gelekî li bejna wê hatibûn. Bi taybet wexta ku çek dida milê xwe ew isyana wê ya li dijberî malbata wê ji rûyê wê diberiqî. Dengekî wisa zelal li ser wê bû, mirov ji guhdarkirina wê têrnedibû. Di jiyanê de zêde nedaxivî, xwe bi klam gotine îfade dikir. Dizanîbû klam bi zimanê Kurdî, Erebî, Tirkî û Farisî jî bibêje. Ji nivîsandinê gelekî hezdikir. Hestên gelekî kûr dijî. Hertim hesreta wê ew bû ku Rêber Apo bibîne.”
Dûnya Nehîr berî ku derbasî Bakurê Kurdistanê bibe wiha dibêje “Ez niha derbasî qada Gabar dibim. Min gelek caran pêşniyar kir ku ez derbasî bakur bibim. Çûyîna min ya bakur ne tenê ji bo tevlîbûna şere, lê belê ez dixwazim ji berxwedaniya gelê Kurd û ji şertên ku Rêbertî tê de dijî re, bibim bersiv û erkên ji min tên xwestin pêkbînim. Çûyîna bakur dayîmî xeyalê min bû. Naskirina arazî, erdnîgarî û gelê bakur armancê min bû û di vê çarçevê de ez çûm biryara çûyîna bakur. Di dawiyê de ez serkeftine ji herkesî re dixwazim.” 
Dûnya Nehîr sala 2006 an berê xwe dide Gabar. Rûyê wê bi xwezaya bakur re hîn geştir dibe û bi xwestekekî mezin tevlî jiyanê dibe. Li Gabarê tenê salekê gerilayetî dike û wexta bi hevalên xwe re diçe wezîfeyekê, dikevin kemîna leşkerên tirk û weha jiyana xwe 29 ê Gulanê sala 2007 an bi hevalên xwe re ji destdide. 


‘HEVALEKÎ GELEKÎ DİLNİZİM BÛ’


Haqî Zinar yê bi navê İhsan Behçet sala 1981 an li Hesekê tê dinê û sala 1999 an tevlî nava refên gerila dibe. Bi hemleya 1 ê Pûşperê re berê xwe dide Bakurê Kurdistanê. Zû fêrî arazî dibe û di demekî kin de li Botanê rênastî dike. Gerilayê ku li ser nivîsiye wiha dibêje “Taybetmendiya wî ya herî li pêş yekbûna kar û gotinê bû. Tiştekî gotibane divê pêkanîbane. Di nava me de hevalekî herî li pêş bû. Mîna ku divê fîşeka yekemîn ew biteqîne, ew destpêke biçe wezîfeyê, pariya li dawiyê bimîne ew bixwê û barê herî giran ew rabike, kesayetekî gelekî ji kûr xwe deyîndarê Rêbertî û gelê Kurd didît. Her liv û lebateke ku dikir, fikrekî xweş û bedew bi mirov re dida avakirin.”
Di jiyanê de bê denge, lê hevalên wî gelekî pêve girêdayî ne. Fedakartiya wî ya jiyanê bandor li hevalên wî dike. Ticarî naxwaze hevalên wî ziyan û zerarê bibînin. Heyanî jiyana xwe ji dest dide, bi karê rênastiyê re mijûl dibe. Bi xizmetkirina hevalên xwe wicdanê wî rehet dibe. Rojekê dîsa gurûpekê derbasî Botanê dike. Ew di pêşde dimeşe û ji bo hevalên wî nekevin kemîna leşkerên tirk de jiyana xwe feda dike û hevalên xwe ji wê kemînê rizgar dike. Heqî Zinar yê ku pêşengtî ji hevalên xwe re dike û sebra wane meha Gulanê sala 2007 an jiyana xwe ji destdide. 


CANÊ XWE FEDAYÎ HEVALA XWE DİKE 


Gerilayê Kurd Zagros Wan yê bi navê Husnu Kipçak sala 1977 an li Wanê tê dinê û sala 1996 an tevlî nava refên gerila dibe. Zagros, piştê gerilayetiya xwe li Zagros, Qendîl, Xakûrke, Xinêre, Gare û Serhedê dike bi israra xwe derbasî Serhed dibe. Hevalên wî zûbizû ji tevlîbûna wî ya jiyanê aciznabin. Her jê hezdikin û liderûdora wî komdibin. Li Serhedê meha Gulanê sala 2008 an Zagros û du hevalên xwe diçin ku çalakî li dijî leşkerên tirk lidarbixînin. Lê belê berî ku destbi çalakiya xwe bikin, cihê wan ji milê leşkerên tirk ve eşkere dibe û pevçûn di navbera wan de destpêdike. Bi Roxmî ku Zagors Wan, dikare xwe ji wê pevçûnê derbixîne û rizgarbike, lê belê dev ji hevala xwe bernade û heyanî dawiyê herdu mil didin hevdû û li dijî leşkerên tirk şerdikin. Zagros Wan û hevala xwe di wê pevçûn de heyanî ku jiyana xwe ji destdidin li berxwedidin û bi lehengî diçin ser dilovaniya xwe.