Lêgerîna tazî li xizmên girtiyan tê ferzkirin
Xizmên girtiya siyasî Semîra Dîrekçî ya li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê tê ragirtin, di dema serdanê de rastî heqaret û zexta 'lêgerîna tazî' ya personelên girtîgehê hatin.

Xizmên Dîrekçî yên li taxa Daglioglû ya Edeneyê dijîn, ji bo ziyaretê hatin Amedê, lê li girtîgehê rastî heqareta personelên girtîgehê hatin.
Xwişka Dîrekçî Mulkiye Dûrsûn diyar kir ku xwişka wê di 14 salên ragirtina li girtîgehan de her tim hatiye sirgûnkirin û anî ziman ku ew bi zor û zehmetiyên mezin tên ziyaretê, lê li girtîgehê rastî heqaretan tên. Dûrsûn got, "Beriya hatina serdanê ji me re gotin ku em dikarin 6 kes bên. Em jî ji rêyeke dûr ji bo hevdîtinê hatin Amedê. Li vê derê mîna ku henekê xwe bi me bikin gotin ku 6 kes nikarin tevlî hevdîtinê bibin, destûr ji 5 kesan re heye. Dûre heqaret li me kirin û bi ser me de hatin."
Dûrsûn diyar kir ku mîna wan tacîz bikin gardiyan li ser wan geriyane û got, "Me tazî dikin û bi wî rengî li me digerin. Kincên me hemûyan derdixînin. Em vê yekê qebûl nakin. Ev hemû heqaretên li me tên kirin e."
Birayê Dîrekçî Hamdûllah Dîrekçî jî got, "Em ji cihekî 500-600 kîlometre dûr hatin ji bo hevdîtinê. Vê carê jî li ber derî ji me re gotin ku 5 kes dikarin bikevin hundir. Û tevî vê yekê heqaret li min kirin. Dema ez li hemberî wan derketim, leşkerên li ber deriyê girtîgehê bi ser min de hatin."