Le Monde derbarê Efrînê: Bi Fransizbûna xwe ne serbilind im!
Christine Valain, ku bi îmzeya ‘welatiya Fransiz’ gotara wê li Le Monde hate weşandin, ji ber sedema dagirkeriya Tirk a li Efrînê got, ‘’Îro ez bi Fransizbûna we ne serbilind im’’.
Christine Valain, ku bi îmzeya ‘welatiya Fransiz’ gotara wê li Le Monde hate weşandin, ji ber sedema dagirkeriya Tirk a li Efrînê got, ‘’Îro ez bi Fransizbûna we ne serbilind im’’.
Christine Valain di gotara xwe de îmzeya ‘welatî’ bi kar anî, bi gotina ‘Ez îro bi welatîbûna Fransiz ne serbilind im’ bal kişande ser dagirkeriya Tirk a li Efrînê û pê de çû; ‘’Kurdan ji me wêrektir di ber azadî, wekhevî, biratiyê de, ku ji bo me jî nirx bûn, şer kirin.’’
‘JI BÊBEXTIYÊ XIRABTIR TINE’
Valain ji bo tiştên li Efrînê dibin got ‘ev dagirkerî’ ye û wiha domand: ‘’Hemû şer xirab in, tundrew û neheq in lê bêbextiya hevalbendan ji hemûyan xirabtir e. Fransa jî di nêv de, koalîsyonê bi alçaxî û sernizmiyê pişta xwe da Kurdan. Îşev, weke gelek welatiyên dî, dixwazim şerma xwe ya reş binivîsim. Ez dixwazim biryardar li ber dîmenên jinên Êzîdî ku ji ber koledariya zayendî qebûl nekirin bi saxî hatin şewitandin, li ber çavê nas û xizmên wan Îslamiyan tecawizî wan kir, li ber dîmenên wan mêrên ku di berevaniya xak û niştimanê xwe de hatin kuştib, şewitandin, li ber çavê nas û xizmên wan bedena wan hate parçekirin, êşkence li wan hate kirin, şervanên ku hatin parçekirin, li ber dîmenên wan zarokên ku bedena wan hatî parçekirin li jinan, li hevjînên xwe û li zarokên xwe binerin. Bila tenê carekê xwe li cihê Kurdan deynin û xeyal bikin bê Kurd, li bara wan bi hîseke çilo ne.’’
Valain bi berdewamî, bi gotina piştî demeke dijwar ‘divê em bi berpirsyariyên xwe rabin’ gotina xwe domand û got pir şaş û pûç û vala ye ku mirov xwe li pişt gotinên ‘ev rewşeke tevlîhev e’, ‘Tirkiye endamê NATO’yê ye’ xwe veşêrin.
ME TI DERS JI DÎROKA XWE NEGIRT?
Valain got Elmanya hê jî çekan difiroşe Enqerê, Ewropa ji bo ku Tirkiye penaberan veşêre ‘’3 milyar Euro fîdye’ daye, DYA û Rûsya ji bo gazê li vê qadê bi hev ketine.
Valain got, ‘’Me ti ders ji dîroka xwe negirt?’ û wiha domand: ‘’Ji bo ku em biguherin divê hê çi qas merasîmên bîranînê werin kirin: koledarî, qirkirina Ermenan, qirkirina Yahudiyan.. Me hê fêhm nekiriye a ku terorîstan dermale dike, a ku nefrete çêdike ev halê me ye ku em li ber xwe nakevin! Hê me fêhm nekiriye ku çavbirçîbûna me herka penaberan derxistiye holê, piştî ku me çek dane wan, li dijî DAÎŞ’ê me kirin gorî, vegera ji pişt Kurdan wê rê li ber paqijiya etnik a herî mezin veke û ev helwesteke wiha ye ku kêmasiyên siyasî û partiyên populîst dermale dike!’’
HÊRSA MIN RABÛYE, DIVÊ EM DÎSA MIROVBÛNA XWE BIBÎNIN
(…)Hêrsa min rabûye! Dem ew dem e ku em dîsa mirovbûna xwe bibinin. Li bara terkirineke bi şerma reş îro ez bi Fransizbûna xwe ne serbilind im. Kurd ji me wêrektir in, em tenê bi pey berjewendiyên xwe ketine, lê wan ji bo nirxên azadî, wekhevî û biratiyê, ku nirxên me ne jî, şer kirin. Îro êdî em nikarin bêdeng bin. Ji bo rêveberên me peywireke ku sozên ku dane Kurdan bi cih bînin, vê komkujiya ser Kurdan rawestînin û ji bo ku Tirkiye li sînorên xwe vegere, bixwazin ku bi rengekî rewa berevaniya xwe bikin.’’