Lawikê Çolê

Lawikê Çolê

Gerîllaye Kurd Kamûran bi navê Sûleyman Akdaş, bi rûmet li dijî neyarên xwe têdikoşe û bi qehremantî jî jiyana xwe ji dest dide.

Ew ne çîçekeke ku biçilmis e, ne avak e ku biçik e, ne jî pizoteke ku bivemirê ye. Zarokekî li ber dilê dayika xwe şîrîn e, ciwanekî hêja ye û gerîlayekî bi nav û deng e. Rûken e, bal dikişîne û hezkiriyê dilê mirovan e.  Gerîlayê Kurd Kamuran bi navê Sûleyman Akdaş, salên 1960’an li gundê Gurîze, navça Kerboran a girêdayî Mêrdîn tê dinyayê. Di malbateke xîzan û welatparêz de mezin bûye. Malbata wan li ser çandiniyê û sewal xwedî kirine debare xwe dikin. Kamûran jî mîna zarokên gundê xwe, dostê çol û çiya ye. Di temenekî biçûk de şivantiyê dike û di ruhê xwe yê geş de fêrî hinek rastiyan dibe. Rastî çi ye? Di temenê xwe yê ciwantiyê de, bi hêza hestên ku dijî, bi fêrbûyîna exlaqê civakê dikare bi nav bike. Li gorî hestên xwe nêzî diyardeyan nabe, seresere najî û dixwaze jiyana xwe bi wate bike. Nakokiyên ku dijî û lêgerînên wî, dibin siya hinek qaliban de ziwa nabin. Xwediyê wê wêrekiyê ye ku lêpirsîn bike û têkeve nava lêgerînan de. Hembêz nake ku qereqol û leşkerên Tirk desthilatiya xwe li ser wan bimeşînin. Ji xwe dipirse, “Gelo ev mirovên her kes ji wan ditirse, kes nikare li dijberî zor û zordariya wan serê xwe hilde, li gorî kêfa xwe dilebitin û kesek nikare li hemberî neheqiya wan bisekine?”

Kamûran bi vî giyanî û bi van fikaran dibe lêgervanê heqîqetê. Mîna ku hîs bike mirovên Kurd ji zû ve li çiyayan xwe parastine û têkoşîna xwe li dijî dewletê dane meşandin, dibe evîndarê çiyayên ji dûr ve dibîne û li çolê hesreta wan dijî. 

LI ÇIYÊ GERÎLAYAN DINASE

Ciwanê giyanê wî mîna rokê geş e û mîna volkanê li benda teqînê ye, her roj di berbanga sibehê de diçe ber sewalan. Dema ne li ber pez be jî, ligel bav û birayên xwe bi çandiniyê re mijûl dibe. Wate dide xîzantî û rewşa malbata xwe, naçe dibistanê, li pey berjewendiyên xwe yên kesayetî nakeve. Ji bo wî jiyaneke bi aram û bi rûmet armanc e. Ev armanca wî bi demê re mezintir dibe. Dibîne ne tenê malbata wî di vê rewşê de ye, di heman demê de gelek mirov feqîr û hejar in. Wê çawa li hemberî vê yekê têkoşîn bike, gerîlayên Kurd pêre dibin destek û rêya tê de bimeşe nîşanî wî dikin. 

Kamûran bi ser bedewbûna av, bergeh û hewaya deşt û çiyayan, gerîla dibîne. Dibe ku malbata wan welatparêz e, lê ew bi rastiya çiyayan re wan mirovên kincên cuda li wan e, çek li milê wan e, rextê wan li noqa wan û mîna tîrêjin rojê diberiq in, dibîne. Navê wan gerîla ye û li dijî desthilatiya dewleta Tirk a li ser gelê Kurd, têdikoşin. Li gorî derfetên wan çekên wan hene. Her çi qasî çekên wan ên giran û mezin nîn in jî, lê dîsa ew leşkerên ku her kes ji wan ditirse nikarin wan tune bikin. Dibe ku gerîla birçî dimînin, bi serm û seqemê re têdikoşin, lê xwedî ruhê azad in, Kamûran jî mîna ku zû ve li mirovên wiha digere, henaseyeke ku timî jê mehrûm maye jidil dikşîne û bi danûstandina wî ya bi gerîla re hêdî-hêdî biryar dide ku rêça wan bişopîne û berê xwe bide çiyayên parçek ji xeyalên wî.

KAMÛRAN TEVLÎ NAVA REFÊN GERÎLA DIBE

Ciwanê Kurd Kamûran, di sala 1989 an tevlî nava refên gerîla dibe. Ew jî dibe gerîlayekî bi heybet û dive êdî leşkerên Tirk wê hesabê wî jî bikin. Nasnameya wî bûye gerîlayekî ji bo azadiya welatê xwe şer dike.

Di salên 1990’an de gerîla li gorî derfetên xwe perwerdeyê didin şervanê nû. Ango gerîlayê ciwan û bi coş fêrî bikaranîna keleşnîkofê dibe û wiha tevlî şer dibe. Lawikê çol û çiyayan di naskirina arazî de şareze ye. Jiyana gerîla bersivdayîna hemû lêger û xeyalên wî ne, gelekî zorî nakişîne ku bi wan re bibe yek û zû fêr dibe. Kamûran cihê xwe di hemû çalakiyan de digire û di şerê gerîla de dibe xwedî tecrûbe. Di nava Kerboran de bi nav û deng dibe û dibe komutanekî şer ê ku leşkerên Tirk êdî hesabê wî dikin. Lêdana wî ya darbeyên mezin li leşkeran, dibe sedem ku leşkerên Tirk têkevin nava lêpirsîna nasnameya wî. Piştî ku agahî li ser nasnameya wî digirin, dest bi êrîşkirina malbat û gundên girêdayî navçeya Kerboran dikin.

LEŞKERÊN TIRK DU BIRAYÊN WÎ QETIL DIKIN

Çalakiyên ku gerîlayê Kurd Kamûran li dar dixe, leşkerên Tirk dike nava tirs û xofekê. Carinan rojê du caran li ser wan çalakî dike û wan dike nava zoriyekê mezin de. Kamûran timî li dijberî komplo û êrîşên leşkerên Tirk şiyar e û tedbîrên xwe digire. Gerîlatî li gorî rêzikên wê dide meşandin. Kesek cihê wî nizan e. Bi hejmareke kêm tevdiger e û di taktîk de roj bi roj pêş dikeve. Gerîlayê bi navê Bedran Mêrdîn ê di zarokatiyê de wî dîtiye wiha li ser diaxive; “Dema hevalê Kamûran dihat gund nedaxivî û şerm dikir. Tevî pratîka xwe di nava gel de gelekî dilnizm bû. Rojekê hat gel me, me got em ê bi topê bîlizin, ji min re got ‘Neçe, top ji derveyî jiyana partiyê ye, ev lîstik dibin sedema mirov partî û Rêbertî ji bîr bike.’ Zarok, ciwan û her mirovekî di wê navçeyê de dijîn, hevalê Kamûran nas dikirin û gelekî pêve girêdayî bûn. Di rêxistinkirina milîsan de gelekî jêhatî bû. Ev jêhatîbûna wî bandor li ser her kesî dikir. Zarok û ciwanan dixwestin mîna wî şerker û xurt bin.” 

Kamûran li ber çavên leşkerên Tirk bûye mîna xeyalekî ku nakeve destê wan. Vê carê êrîşî malbat û herêmê dikin. Sala 1992’yan de du milîsên wî yên bi navê Celal Acer û Hesen Çelîk digirin û li kêleka gundê wan înfaz dikin. Piştre du birayên wî yên bi navê Resûl Akdaş, Mehmed Amîn Akdaş û gundiyekî wan digirin dibin nava ziyareta gund de girê didin. Bi dar û keviran êşkence dikin. Leşker gelekî hewl didin ku bi rêya wan agahî li ser terzê tevgerkirina Kamûran bigirin û cihê wî nas bikin. Lê belê her sê jî mirina xwe didin ber çavên xwe û tiştekî ji leşkeran re nabêjin. Leşker destê Resûl Akdaş bi keviran dişkînin û bi hemû rêbazan wan êşkence dikin. Gundî û Resûl Akdaş bi darve dikin û wiha wan qetil dikin. Mehmed Amîn Akdaş jî dibin ji zinaran de diavêjin û canê wî parçe parçe dikin. Piştre jî bê ku şerm bikin û mîna ku dersek dabin xelkên herêmê ji gundiyan re dibêjin ‘Biçin cenazeyên xwe bigirin.’

Piştî ku ev bûyer diqewime, gerîlayê Kurd Kamûran tê gund û tevlî merasîma veşartina cenazeyê birayên xwe dibe. Gerîlayê Kurd Bedran Mêrdîn ê ku ew roj jiyaye û ji bîr nekiriye wiha behsa nêzîkatiyê Kamûran ji bûyerê re dike; “Hevalê Kamûran jî wê rojê hatibû gund. Çeka wî li ser milê wî bû û sekinî bû. Yek axavtin nekir û rondik ji çavên wî nehatin xwarê. Kîna wî li hemberî dijmin hîn zêdetir gurtir bibû. Mîna ku sond bixwe wê tola wan rake, serê xwe dihejand û difikirî. Bi rastî piştî wê bûyerê hevalê Kamûran çalakiyên xwe zêde kir û jiyan li leşkerên Tirk kire jehr.”

Leşkerên Tirk bi kuştina birayên wî dev ji gund bernadin, piştre dest bi şewitandin  û valakirina gundan dikin.

KAMÛRAN DESTÛR NADE KU CENAZEYA WÎ TÊKEVE DESTÊ LEŞKERÊN TIRK

Gerîlayê Kurd Kamûran sala 1993’yan de bi grûbeke gerîla re xwe amade dikin û diçin gundê Bakwanê ku çalakî bikin. Çalakî bi serketî derbas dibe, lê belê grûp di vegerê de dikeve kemîna leşkerên Tirk û Kamûran giran birîndar dibe. Bi wê birîna xwe ya giran ji cihê kemînê dûr dikeve. Eger jiyana xwe ji dest bide jî, naxwaze ku cenazeya wî têkeve destê leşkeran. Mehek derbas dibe, kesek nizane çi bi Kamûran hatiye. Rojekê şivanek ji gundê Bakwan diçe ber sewalên xwe. Dibîne nava talanekê de cenazeyek heye. Cenazeya gerîlayê Kurd Kamûran nas dike û wiha agahî dide gund. Piştre gundî tên cenazeya Kamûran radikin û tînin gundê Gurîze. Merasîma veşartina cenazeya wî mîna serhildanekê derbas dibe, wî wextî leşkerên Tirk dibihîzin ku gerîlayê Kurd û lehengê pehlewan Kamûran jiyana xwe ji dest daye.

Jiyan û têkoşîna gelek ciwanên Kurd efsanewî ye, bi kîjan peyv û bi kîjan hestî ew anîna ser ziman, zor e. Ne tenê ez bi jiyana gerîlayê Kurd Kamûran bandor bûm, di wê demê de piştî ku ciwanên Kurd dibihîzin Kamûran jiyana xwe ji dest daye, gelek ciwan mîna ku tola wî rakin berê xwe didin çiyayan û tevlî nava refên gerîla dibin.