Lavrov: Pêwîste beşdarên Cenevre-2 nûnertiya hemû civaka Sûriyê bike

Lavrov: Pêwîste beşdarên Cenevre-2 nûnertiya hemû civaka Sûriyê bike

Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Srêgî Lavrov got ku pêwîste hikûmeta Sûriyê û hêzên opozîsyonê li dijî komên çekdar ên Îslamî yên radîkal bikevin nava hevkariyê.

Wezîrê Karê derve yê Rûsyayê Srêgî Lavrov tevlî bernameya Televizyona Rûsya 24 bû û got ku pêwîste hikûmeta Sûriyê û hêzên opozîsyonê li dijî hêzên Îslamî yên radîkal ku ji hemû aliyên cîhanê ketine Sûriyê de bibin yek, da ku Sûriyê vegerînin mîna berê bi ewle.

Derbarê civîna Cenevreya- 2 de jî Lavrov agahî dan, got ku di civînê de rewşa Sûriyê û dawî anîna li metirsiyên komên çekdar ên radîkal ku di xwazin li Sûriyê dewleteke îslamî avabikin bê gotûbêj kirin. Lavrov her wiha destnîşan kir ku ew pirşgiriya hewldanên Emrîka yên ji bo beşdarbûna hêzên opozsyonê ya di civîna Cenevre-2 de dikin. Lavrov da xuyakirin ku Rûsya bi hemû hêzên opozîsyonê  re di nava hevkariyê de ne û got: “Pêwîste hemû hêzên opozisyonê di civîna Cenevre-2 beşdar bin. Ya rast ewe ku hêzên opozîsyonê bi şandeyên cûda tevlî civînê bibin da ku tu xale pirsgirêk nemînin. Her wiha hemû beşên civaka Sûriyê cihê xwe di civînê de bigrin, beşdarvanên civînê nûnertiya hemû civaka Sûriyê bikin."