Lavrov: Hin welat hewl didin Cenevre-2 sabote bikin

Lavrov: Hin welat hewl didin Cenevre-2 sabote bikin

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov da xuyakirin ku hin welat hewl didin Cenevre-2 sabote bikin. Lavrov her wiha diyar kir ku komên radîkal ên li Sûriyê nûner û dîplomatên Rûs weke "hedefên rewa" nîşan didin û gefê dixwin.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, piştî hevdîtina xwe ya li gel hempîşeyê xwe yê Ûkraynayî Leonîd Kojara ya li bajarê Rûsya Rostov-na-Donû daxuyaniyek da.

Lavrov bal kişand ser girîngiya lidarketina Cenevre-2 û got "Her kes qaşo dibêjin divê pêvajoya Cenevre-2 bê destpêkirin. Lê dema xebat dibe mijara gotinê, hingî hin dewlet hewl didin konferansê sabote bikin."

Wezîrê Rûs diyar kir ku ev yek nayê qebûlkirin û got, "Çi li hundir çi li derve yên ku piştevaniya mûxalefetê dikin, ji vê yekê berpirsyar in. Vê rewşê hem hevkarên me yên Emerîkî hem jî her kes baş dizane."