Lavrov: Divê kurd di konferansa Cenevreyê de cih bigirin

Lavrov: Divê kurd di konferansa Cenevreyê de cih bigirin

Wezîrê karê derve yê Rusyayê Sergeî Lavrov, diyar kir ku kurd li Sûriyeyê di cihekî krîtîk de ne û diyar kir ku divê kurd jî di konferansa Cenevreyê de cih bigirin.

Di rojên borî de  Sergeî Lavrov Konseya Bilind a Kurd vexwendiyê Moskovayê kir û li ser navê konseyê bi heyetekê re hevdîtin kir. Lavrov da zanîn ku divê kurd jî tevli konferansa Suriyeyê ya li Cenevreyê pêk tên bibin.

Lavrov da zanîn ku kurd li Sûriyeyê di cihekî krîtîk de ne û got divê tevli konferansa li Cenevreyê bibin.

KURD REXNEGIR Û ÇÊKERIN

Lavrov destnîşan kir ku kurd li Sûriyeyê berovajî muxalefetê di nava gelê Sûriyeyê de ne û wiha got: “Wan tu carî Sûriye terq nekir. Her tim bi gelê Sûriyeyê re jiyan. Rejîma Esad her tim rexne kirin. Dixwazin di vê konferansê de cih bigirin. Ew li gorî muxalefetê çêkerin.

EM DIZWAZIN KURD JÎ DI MUZAKEREYAN DE CIH BIGIRIN

Lavrov anî ziman ku Kurd berovajî muxalefetê dixwazin lihev bikin û got: “Ez hewldana înşakirina dewleteke bi hev re ya muxalefetê anbîn. Lê divê hemû kom wek hev bin.  Rûsya berjwendiya Sûriyeyê dixwaze.Em dixwazin Sûriye wek yek dewlet bimîne. Em dixwazin kurd jî di muzakereyan de cih bigirin.Ger bi şîdetê nêzî çareseriyê bibe dê şîdet zêde bie. Dê mirina sivîlan zê de bibe.

Lavrov da zanîn ku helwesta welatên Rojava ne zelale û cot standart nêz dibe.