'Kuştina Vedat Aydin destpêk bû'
Qurbanê destpêkê yê kuştinên 'kiryar nediyar' ên salên 90'î yên li Bakurê Kurdistanê, Serokê HEP'ê yê Amedê Vedat Aydin bû. Parlamenterê Amedê yê HDP'ê Îmam Taşçier, ku hevalê zarokatiyê yê Aydin bû, qala wî kir.
Qurbanê destpêkê yê kuştinên 'kiryar nediyar' ên salên 90'î yên li Bakurê Kurdistanê, Serokê HEP'ê yê Amedê Vedat Aydin bû. Parlamenterê Amedê yê HDP'ê Îmam Taşçier, ku hevalê zarokatiyê yê Aydin bû, qala wî kir.
4 mîlyon Kurd hatin koçberkirin, 17 hezar û 500 kes 'bi kiryar nediyar' hatin kuştin, hewl hate dayin demografiya herêmê bê guhertin û ekolojî were tarûmarkirin. Ev hemû bi kuştina Vedat Aydin dest pê kir. Hevalê zarokatiyê û hevrêyê Aydin parlamenterê Amedê yê HDP'ê Taşçier got, ev polîtîkaya dewletê ji aliyê şeklî ve hatibe guhertin jî, hê dewam dike û bal kişand ser qirkirina siyasî.
Di ser kuştina Serokê Partiya Ked a Gel (HEP) a Amedê Vedat Aydin re, 26 sal derbas bûn. Aydin di 5'ê Tîrmeha sala 1991'ê de li mala xwe hate binçavkirin û roja 7'ê Tîrmehê li ber pireke nêzî navçeya Maden a Elezîzê cenazeyê wî bi rengekî îşkencekirî hate dîtin. Ji hingî ve, ji bo dîtin û cezakirina berpirsyaran gaveke bi tenê jî nehatiye avêtin. Cenazeyê Aydin wê rojê li Kurdistanê li ber dirûşma "Şehîd namirin" hate veşartin. Li Amedê bi de hezaran kes li hev civiyabûn, ku dewlet ne li bendê bû. Girseya gel a bi hêrs ber bi goristanê ve dimeşiya. Dema gihîşt ber qereqola Mardîn Kapi, polîsan gule li girseyê reşandin. Li vê derê jî 3 kes hatin kuştin, bi dehan kes birîndar bûn. Kuştina Vedat Aydin kuştina destpêkê ya 'kiryar nediyar' a salên 90'î bû. Dewleta Tirk bi vê yekê re dixwest çavê gel bitirsîne, lê tişta ku lê rast hat, ew matmayî kir. Tevî ku di Rapora Sûsûrlûkê de hat gotin, Aydin ji aliyê çeteyeke di nava dewletê de hate kuştin jî, encam neguherî, tiştek nehate kirin. Zîhniyeta ku berî 26 salan Aydin kuşt, niha jî bi operasyonên qirkirina siyasî siyasetmedarên Kurd digire. Parlamenterê Amedê yê HDP'ê Îmam Taşçier ku hevalê dema zarokatiyê yê Aydin bû û ew ji nêz ve nas dikir, ji ANF'ê re qala Aydin û wê demê kir.
HER TIM LI PÊŞ BÛ
Taşçier di destpêka axaftina xwe bal kişand ser mêrxasiya Aydin û got, "Mêrxasê mêra bû". Taşçier destnîşan kir, ku têkoşîna Aydin a salên 80 û 90'î têkoşîneke lehengî bû û ew ji dijmin neditirsiya. Taşçier anî ziman, piştî pêvajoya darbeya 12'ê Îlonê, Aydin di têkoşîna li nava berxwedana girtîgehê de her tim li refên pêş bû.
PARASTINA DESTPÊKÊ YA BI KURDÎ
Taşçier got, "kesekî welê bû ku cesaret dida me hemûyan" û diyar kir, bê tirs û bê skin, pêşengî ji berxwedana gelê xwe re dikir. Taşçier anî ziman, di pêvajoya darbeyê ya 12'ê Îlonê de yek ji kesên li dadgehê bi Kurdî parastina xwe kir, Vedat Aydin bû û diyar kir, Aydin ji her alî ve mînak bû, serî li ber zextan neditewand û mîrateyeke girîng ku neyê jibîrkirin ji gelê xwe re hiştiye.
MESAJ DAN GELÊ KURD
Dewleta Tirk di sala 1991'ê de bi rengekî bê navber dest bi kuştina mirovan kir û ev yek heta sala 1997'an dewam kir. Bi navê 'kuştinên kiryar nediyar' hewl da xwe ji binê vê berpirsyariya xwe rizgar bike. Destpêka van kuştinên 'kiryar nediyar' jî kuştina Vedat Aydin bû. Li mala xwe ji cem hevsera wî ew birin. Wê wextê li wesayita Torosê siwar kir, ku Ahmet Davûtoglû piştî salên dûr û dirêj ji bo gefê li Kurdan bixwe gotibû, 'Binerin, eger hûn bi vî rengî dewam bikin wê Toros dîsa vegerin'. Li gorî Taşçier bi kuştina Aydin re xwestin mesajê bidin gelê Kurd. Taşçier anî ziman, ku Aydin bi îşkenceyê hatiye kuştin û got, "Cenazeyê wî mîna duh tê bîra min. Li ling, mil, serî û organên wî yên hundirîn xistin. Bi lêdanê ew kuştine. Ji îşkenceya hovane ya ku lê kiribûn tê fêhmkirin, ku Vedat Aydin li hemberî wan li ber xwe daye, lewma bi hovane hatiye kuştin."
Taşçier ji ciwanên Kurd xwest, ku Aydin baş nas bikin û ji ber taybetmendiyên wî yên lîdertî û fedakariya li jiyanê, bi zanebûn Vedat Aydin hilbijartin û di şexse Aydin de êrîşî nirxên gelê Kurd kirine.
Û DEWAM KIRIN
Bi kuştina Vedat Aydin re serdemeke nû dest pê kir. Taşçier vê serdema nû wiha binav dike: "Di wê demê de 4 mîlyon kes bi zorê hatin koçberkirin. 17 hezar û 500 kes 'bi kiryar nediyar' hatin kuştin. Hewldanên ji bo bêmirovhiştina erdnîgariya Kurdistanê, xerakirina demografiyê û tarûmarkirina ekolojiyê bi kuştina Vedat dest pê kir."
NIHA JÎ QIRKIRINA SIYASÎ HEYE
Parlamenterê Amedê yê HDP'ê Îmam Taşçier diyar kir, ev polîtîkayên dewletê bi şeklî guherî jî be, hê dewam dikin, ji ber ku doza Kurd çareser nekirine û nekarîn pêvajoya çareseriyê bidomînin, pêşî li mirin, komkujî û girtinê hatiye vekirin. Taşçier wiha dewam kir: "Rewşa Awarte ku AKP'ê bi rakirina wê pesnê xwe dida, ji nû ve hat. Wekî din, zext û zilma li ser Kurdan ji her demê bêhtir giran bû. Operasyonên mezin ên qirkirina siyasî hatin kirin. Hevserok û parlamenterên HDP'ê yên 6 mîlyon deng standine û hevşaredar hatin girtin, li girtîgehan e."
ZÎHNIYET NEGUHERÎ
Taşçier da zanîn, tevî guhertina teknolojî û navê desthilatdariyan jî, her tişt mîna berê mane û işaret bi zîhniyeta ku nehatiye guhertin kir. Taşçier destnîşan kir, ku yên wê rojê Vedat Aydin kuştin, Îro Tahir Elçî kuştine, li Şirnex, Nisêbîn, Sûr û Hezexê mirov şewitandine. Taşçier ragihand, wê rojê partî dihatin girtin, îro jî bi qirkirna siyasî re partî di pratîkê de tê tevizandin û daxwazeke biçûk a demokratîk jî ji aliyê desthilatdariya Tirk a heyî ve weke sûc tê dîtin.
EM ŞOPDARÊN VEDAT AYDIN IN
Taşçier bi bawer e ku eger Kurd siyaseta xwe ya demokratîk xurtir bikin, wê karibin pêşî li van êrîşan bigirin û got, "Piştî kuştina Aydin, Tevgera Kurd sekneke xurt nîşan da û ji ber vê yekê bi xurtî gihîşt vê serdemê. Wê wextê 3 ji sedî yê dengan digirt, lê niha 13 ji sedî yê dengan digire. Şopdarên Vedat Aydin wê xwedî li vê pêvajoyê, li siyaseta demokratîk û siberoja xwe derkevin. Aydin wê bi kêfxweşiya xwe ya jiyanê, her tim bi me re be."