Kurtulan: Hewldana me têrê nekir, em kêm man

Fatma Kurtulan got, her çendî dema greva birçîbûnê wan hin xebat kiribin jî vê têrê nekiriye û ew kêm mane. 

Grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were şikandin dest pê kiribûn, piştî hevdîtina duyan a Ocalan a li gel parêzeran, bi banga Ocalan qediya. Niha jî di pêvajoya tedawîkirina girtiyan de pirsgirêk têne jiyîn. Li gelek girtîgehan tedawiya lezgîn û karîger nayê kirin, HDP bi maseya krîzê ji nêz ve pêvajoyê didomîne.

'EM KÊM MAN'

Serekwekîla Koma HDP'ê Fatma Kurtulan got, di pêvajoya greva birçîbûnê de ji bo ku rast ji raya giştî re vebêjin û hem jî bo ku destekê bidin hin xebat kirine, her wiha ji bo ku daxwaza berxwedêrên grva birçîbûnê demildest bi cih were xebat kirine û got,''Lê di vê pêvajoyê de heke 8 mirov jiyana xwe ji dest dabin ev bi serê xwe nîşan dide ku kêm mane. Her çendî me daxuyaniyên çapemeniyê dabin jî mixabin me nekarî mirina 8 mirovan asteng bikin. ''

'DEMA KU OCALAN DIAXIVE TIRKIYE DIAXIVE'

Kurtulan got kilîda ku li deriyê Ocalan dabûn bi esasî li Tirkiyê dabin û ev bi pratîkê jî xuya kir. Kurtulan domand, ''Dema ku ew axivî Tirkiye ji pir alî  ve nîqaş kir, axivî. Dema ku Rêzdar Ocalan naaxivî Tirkiye bêdeng ma. Li ser hemû qadên jiyana me tecrîd girantir bû. Di encamê de vê rewşê xwe li ser girtiyan ferz kir. Her çendî ne tercîhe be jî, danîne holê ku helwesta herî karîge ku deynin holê ev e.''

''HEWCEHIYA TIRKIYÊ BI MUZAKEREYAN HEYE'

Kurtulan got, Ocalan jî û dewletê jî diyar kiriye ku ev hevdîtina li gel parêzeran nayê wateya gaveke muzakereyê lê Ocalan diyar kiriye lihevkirina civakî, siyaseta demokratîk, muzakereya demokratîk û aştiya birûmet were gotebêjkirin, ev bibe refleksa hevwelatî ya hemû civakê û di hevdîtina dawî jî tê dîtin ku Ocalan ji bo siyaseta demokrtîk, weke pêvajoya beriya niha aştiyê, helw dide. Kurtulan got, ''HDP tim li ser vê xalê ye: Hewcehiya Tirkiyê bi muzakereyê heye. Şert niha hene, na, lê dikarin werin avakirin, belê. Pêkan e. Heke bi zelalî ev hewceyî li ber me avakirina şertên vê jî karê siyaseta demokratîk e.''

'PÊVAJOYA TEDAWIYÊ DERENG DEST PÊ KIRIYE'

Kurtulan got piştî ku greva birçîbûnê û rojiya mirinê qediyane wan maseya krîzê danîne, diyar kir di pêvajoya tedawîkirina girtiyan de hin problem hene. Kurtulan got li Girtîgehên Patnos û Bakirkoyê tedawî pir bi derengî dest pê kiriye, ji be ku gelekî daxwaza bi tedawiyê çêbûye ji ber vê jî li revîrên girtîhan tehlîla xwînê hatiye kirin an jî li nexweşxanê e hatiye kiriye û piştre anîne girtîgehê. Kurtulan got, ''Agahî dereng giha hin girtîgehan. Agahî hat ku hin girtîgeh naxwazin çalakiyê biqedînin lê dema ku me xwe gihande wan deran me dît ku rewş ne wiha ye. Mînak li Şakranê çawa ku çalakî hatiye qedandin menûya normal a xwarinê anîne. Girtiyan gotin, ''me ev bixwara jixwe em ê bimirana.''

'SOZA ME JI DAYIKAN RE HEYE'

Kurtalan got li Şakranê û li hin deverên din problemên wiha çêbûne, ev tedawiya bi vî rengî binpêkirina rêbaza tedawiyê ye. Kurtulan got li girtîgehan helek girtiyên ku di vê mijarê de xwedî tecrûbe hene, li ser vê tecrûbeyê dema ku li hin girtîgehan li dijî vê  derketine hin girtîgehan gotine, ''naxwazin greva birçîbûnê biqedînin''. Li hin deveran jî ji ber ku derfeta k li nûçeyan guhdarî bikin kêm e rewşên wiha rû  dane û li deverên din jî ji ber helwesta midûriyetên girtîgehê ye.Mînak ez çûme Şakranê, li wir dema ku serûmê didine 4-5 hevalên me yên girtî laşê wan sor dibe. Ji ber vê serûmê derdixin û vê rêbazê red dikin. Ji ber ku gumanê jê dibin ku ev tedawî ye lê nexweşiyên mayinde çêdikin. Mînak girtiyekî ku ev 22 sal in girtî ye got, ''Ez gelek caran ketime greva birçîbûnê lê cara pêşî ye bêyî ku min bibin nexweşxanê ez hatim tedawîkirin.''

Kurtulan herî dawî got li her herêmê çend wekîl li ser vê mijarê peywidar in, her roj bi midûrên girtîgehê  re, bi dozgeran re, bi rayedarên hikûmetê re didin û distînin û ji bo tedawiya lezgîn helw didin û got, ''Bi vê maneyê soza me ji dayikan re heye. Piştî ku ev çalakî qeidya i bo ku tendiristiya her kesî baş bibe, tişta ku ji dest me hat em ê bikin. Hema hema li her deverê wê maseya krîzê hatiye danîn. Li hin deveran me encam standin. Tedawî wê hinekî dirêj bidomin lê em hêvî dikin bêyî ku nexweşiyên mayinde çêbibin em ê vê pêvajoyê ji ser xwe bavêjin.''