Kûrtûlan: Em bi Leyla Guven re ne

Serokwekîla Koma HDP’ê Fatma Kûrtûlan banga piştgiriya ji bo Leyla Guven kir a ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto dike.

Serokwekîla Koma HDP’ê Fatma Kûrtûlan li meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist û rojev nirxand.

DAGIRKERIYA EFRÎNÊ

Kûrtûlan di axaftina xwe de qala van tiştan kir:

“Li Efrînê drama mirovayetiyê tê jiyîn. Me gelek caran got ku mudaxeleya Tirkiyeyê ya li ser Efrînê derveyî mirovayetiyê ye û li wê derê trajediyeke mezin tê jiyîn. Em dibînin ku di demên dawîn de navê kolanan jî tên guherandin û navên bi Tirkî didin kolanan. Herî dawîn OSO’yê jineke 80 salî xeniqand. Li Efrînê mirov tên revandin û zarok bi darê zorê tên zewicandin. Di heman demê de darên zeytûnan tên talankirin. Tê gotin ku bi hezaran darên zeytûnan ji aliyê Kooperatîfa Krediya Zîraaî tê firotin, gelo ev rast e? Ev li dijî hiqûqa navneteweyî ye û sûcê şer e. Di warê olî de jî heram e.

SÎSÊ BÎNGOL HÊ JÎ DÎL E

Me gelek caran qala rewşa dayîka Sîsê Bîngol kir. Me hewl da di Lijneya Giştî de vê rewşê bînin rojevê. Pêşniyaznameya me ya ji bo rewşa girtiyên nexweş ji aliyê AKP’ê hate redkirin. AKP’ê îddîa kir ku ‘Ev rewş tê îstîsmarkirin’. Gelo rewşa Sîsê Bîngol çi îstîsmar dike? Dayîka Sîsê navê zarokên xwe ji bîr kiriye. Piştî ku ew rakiribûn nexweşxaneyê dîsa ew birine girtîgehê.

GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA LEYLA GUVEN

Hevseroka KCD’ê û parlementera me ya Colemêrgê Leyla Guven hê jî di girtîgehê de ye. Leyla Guven gotibû  ‘Li gorî min tecrîda li ser rêzdar Ocalan li ser aştiya li Tirkiyeyê gef e û ji ber vê jî ez tecrîdê protesto dikim’ û dest bi greva birçîbûnê kiribû. Li gorî vê me, vê daxwaza Guven di cih de ye. Em bi Leyla Guven re ne. Hemû kesên ku dahatûya Tirkiyeyê li xema wan e, divê ji bo daxwaza Guven têkevin nav hewldanan.”