Kurşun:Ji bo berxwedanê yekane çeka me bedena me bû

Kurşun:Ji bo berxwedanê yekane çeka me bedena me bû

Di 19’ê Kanûna 2000’î de  Operasyonên di bin navê ‘Vegera jiyanê’ pêk hatin û di ser de 13 sal derbas bû. Di operayonê de gelek şewitin û 28 kesî jiyana xwe ji dest da.  Ev operasyona ku bi destê dewletê pêk hat, berpirsên wê hêj nehatin darizandin.  Muharrem Kurşun ku wê demê di girtîgehê de bû û tevli gireva birçîbûnê bû û  273 rojan çalakiya xwe domand wiha got: “Armanca çalakiya me ev bû. Ji bo ku em li girtîgehê berxwe bidin, yekane çeka me bedena me bû. Me ew jî da ber xwe.

Di 19’ê Kanûna 2000’î de li dijî girtiyên di gireva birçîbûnê de yên girtîgehên Tîpa F, bi awayekî hevdem bi ser 20 girtîgehan de êrîş pêk hat. Navê operasyonê kirin ‘Vegera jiyanê.’ Ligel ku 13 sal di ser komkujiyê re derbas bû tu kes nehatin cezakirin.

Greva birçîbûnê di 20’ê Cotmehê de dest pê kir û di 45 rojan de veguhertibûn rojiya mirinê.  Li ser vê di 19’ê Kanûnê de operasyona 3 rojan hat destpêkirin. Bi sedan leşker, polîs û tîmên taybet tevli bûn. 28 kes di encama şewatê de hatin qetilkirin. 237 birîndar bûn. Du leşker mirin.

Girtiyê ji doza TKÎP’ê girtî yê li girtîgeha Çankiriyê dima Muharrem Kurşin (43) di wê demê de tiştên ku jiya ji ANF’ê re vegot.

Kurşun wiha got: “Destpêkê li Ulucanlari komkujî pêk hat. Di dema komkujiyê de ger hucre hebûna, dê em hema bibirana hucreyan. Lê hucre hêj nehatibûn çêkirin. Divê muxalefeta li dij hucreyê bilind bibûya.  Piştî yekemîn doza Ulucanlari muxalefeta dij hucreyê bilind bû. Divê êdî girtîgehan jî bersiv bida. Rojiya mirinê hat hişê me.  Dema em ketin girevê jî, tiştekî wisa ku em bimirin tunebû. Ji bo berxwedanê, ji bilî bedenên me tiştek nemabû. Me rojiya mirinê tercih kir. Me bedena xwe da ber.Ger me ev çalakî pêk neaniya dê em bixistina hucreyê yek kesî. Ev jî ji mirinê ne wêdetire ji xw. Ev êrîşeke li dijî nasnameya me ya şoreşger bû.”

Kurşun got çalakiya wî 273 rojan berdewam kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pişrî operasyona 19’ê Kanûnê me bikaranîna B1 sekinand. Ji ber dewletê li derve ev cuda nîşan dida.  Wekê ku em neketina rojiya mirinê nîşan dida. Ji ber vê me B1 birî. Xesara bi min re çêbû, ji ber ku min bikaranîna B1 da rawestandin çêbû.  Ger her tim bihata bikaranîn, dê xesar çênebûya.  Di rojên 200’î de me carek din bikaranî. Piştî ez hatin tahliyekirin, herî kêm min 250 gr şekir dixwar.”

ME OPERASYON DIPA

Kurşun destnîşan kir ku wan êrîşek texmîn dikir û got: “Hevdîtin li derve hebûn. wezîrê dadê yê demî Samî Turk digot; Emê 6 mehan bidin rawestandin. Ev hemû mijulkirin bû.  Em her tim li dijî êrîşê amade bûn. Em bi moral û motîvasyon amade bûn. Di 18’ê Kanûnê de min hîs kir ku êrîş bikin. Em li bende her tiştî bûn. Di sibeta 19’ê Kanûnê de em bi dengê hevalan şiyar bûn.  Gaza sînîr avêtin koxuşan. Gaza Sînîr tiştekî pir xetere. Destpêkê êşek mezin çêdibe. Piştre tiştek hîs nakî.

HEVALÊ TE XWE LI PÊŞ DE DIŞEWITÎNE...

Piştî vê çalakiyê fedayî pêk hatin. çi di destê kê de hebûya, kolonya, benzîn û hrw. Bikardianî û xwe dişewitandin. Armanc ev bû ku vê êrîşê bidin sekinandin. Ev çiqas bi bandor bû, nizanim lê, armanc ev bû.  Niyeta me ne mirin bû.  Hevalekî min di wê demê de dişewitî. Lê tiştek tunebû ku ez jî birijinim ser xwe û xwe bişewitînin. Min xwe li hevalê xwe gerand. Em bi hev re ketin erdê. Dema min xwe avêt ser agir vemirî. Piştre hat gotin ku hevalê Hasan Gungormez dê çalakiya fedayî pêk bîne. Min pir jê hez dikir.  Ez nekarin bi hevokan wî vebêjim.  Ez pir xemgîn bûm. Lê şert û mercan ev ferz dikir. Carna ez dibêjim gelo ez qasî Hasan cesurim? Na ez ne wisame.

MIN JI HEVALÊN ŞEHÎD MOREL DIGIRT

Kurşun wiha berdewam kir “Piştre me rojiya xwe car berdewam kir.  Hevalên şehîd ketibûn, sankî dihatin gel min û morel didan min. Hasan ez qet tenê nehiştim. Çalakiya wî ya fedayî morelek mezin da me. Tu mafê me tunebû, em hêza xwe wenda bikin.