Kurkçu ji beşa çavdêriyê derxistin

Kurkçu ji beşa çavdêriyê derxistin

Hevserokê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu ku di Kongreya HDP’ê de nexweşket û rakirin nexweşxaneyê, ji beşa çavdêriyê hate derxistin.

Hevserokê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu piştî axaftina di Kongreya HDP’ê ya duh li Salona Sporê ya Ahmet Kişlali li Enqereyê pêkhat nexweş ket, rakirin nexweşxaneyê û îro ji beşa çavdêriyê ya Nexweşxaneya Guven ya Enqereyê hate derxistin. Kurkçu derxistin serwîsa normal.

Kurkçu ku beriya vê stent di dilê wî de hatibû bicih kirin guhertin û hate anjiyo kirin, hate hînbûn ku rewşa wî ber bi başiyê ve diçe.