Kurkçu: Divê Sûriye radestî Sûriyeyiyan bê kirin
Parlamenterê Îzmîrê yê HDP'yî Ertûgrûl Kurkçu li Strasbourgê di rûniştina Konseya Ewropayê de axivî û işaret bi dagirkirina Efrînê kir. Kurkçu got, divê Sûriye radestî Sûriyeyiyan bê kirin.
Parlamenterê Îzmîrê yê HDP'yî Ertûgrûl Kurkçu li Strasbourgê di rûniştina Konseya Ewropayê de axivî û işaret bi dagirkirina Efrînê kir. Kurkçu got, divê Sûriye radestî Sûriyeyiyan bê kirin.
Kurkçu diyar kir, ji bo şerê navxweyî yê li Sûriyeyê biqede û aştî pêk were divê Ewropa potansiyela xwe bi kar bîne û destnîşan kir ku destwerdana Tirkiyeyê ya li herêmê kiriye ku rewş girantir bibe. Kurkçu bi bîr xist ku destwredana Tirkiyeyê bû sedem ku komên cîhadîst xurtir bibin û ev jî rê li ber ji nû ve zindîbûna çeteyên DAÎŞ'ê vedike.
Ertûgrûl Kurkçu da xuyakirin ku çeteyên DAÎŞ'ê bi saya hêzên şoreşger ên Kurd êdî ji aliyê leşkerî ve têk çûne û anî ziman, ji bo komareke demokratîk a bi pir çandî ava bibe, lazim e Ewropa bandor û giraniya xwe bi kar bîne.
Kurkçu xwest, hemû hêzên biyanî yên li Sûriyeyê vekişin û hevdîtinên aştiyane yên bi beşdariya hemû aliyan dest pê bikin. Kurkçu bi taybetî ji Ewropayê xwest ku ji bo dawî li dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Efrîne bê anîn bikeve dewrê.
Kurkçu got, "Divê Sûriye radestî gelên Sûriyeyê bê kirin" û bang kir ku ji bo aştiyê giraniyê bidin ser pîvana diyarkirina çarenûsa gelan bi destê gelan.