Kurkçu dê anjiyo bibe
Kurkçu dê anjiyo bibe
Kurkçu dê anjiyo bibe
Parlamenterê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu, di kongreya HDP'ê de piştî axaftinê ji ser halê xwe çû û rakirin nexweşxaneyê. Doktoran diyar kir ku Kurkçu dê anjiyo bibe.
Parlamenterê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu ku li gel Parlamentera Stenbolê Sebahat Tuncel di 1'emin Kongreya HDP'ê de pêşniyarî Hevserokatiya HDP'ê hat kirin, pişti axaftinê ji ser xwe çû û rakirin nexweşxaneyê. Kurkçu, ku ji ser xwe çû ji aliyê hevalên xwe ve rakirin Nexweşxaneya Taybet a Guvenê. Kurkçu piştî di dilê xwe de êş hîs kir û ji ser hişê xwe çû rakirin nexweşxaneyê û kirin bin kontrolê.
Dema Kurkçu tedawî dibû Parlementerê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, Kurtkçu ziyaret kir. Onder, diyar kir ku doktoran anîye ziman ku Kurkçu kriza dil derbas kiriye û divê anjiyo bibe. Onder, anî ziman ku Kurkçu di bin kontrolê de ye û heskiriyên wî silav kir.