Kurdistaniyên li Ewropayê ji bo azadiya Ocalan daketin kolanan

Kurdistaniyên ku li Ewropa dijîn ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li kuçeyan in. Kurdistaniyên ku tecrîda girankirî protesto kirin gotin, "Hheta ku Ocalan azad bibe em ê çalakiyan berdewam bikin."

Kurdistaniyên ku li Ewropa dijîn ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li kuçeyan in. Kurdistaniyên ku tecrîda girankirî protesto kirin gotin, "Hheta ku Ocalan azad bibe em ê çalakiyan berdewam bikin."

HÎLDESHEÎM

Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê Kurdistanî bi mebesta ku tecrîda li ser Ocalan bînin rojevê li Sûka Hîldesheîm, li devera herî şên çalakiya kon da destpêkirin. Di çalakiyê de bi sedan belavok hatin belavkiri û dosyaya ku ji bo Ocalan hatibû amadekirin dane welatiyan.

Berdevkê Eyaletê yê NAV-DEM’ê Letîf Karakaş diyar kir ku çalakî wê çar rojan bidome, ew azadiya Ocalan dixwazin û rejîma AKP-MHP’ê şermezar dikin. Karakaş got, Ocalan dikare rêbertiyê li tevahiya Rojhilata Navîn bike û got: ‘’Em ê li Serokê xwe xwedî derbikevin, bi paradîgmaya xwe ya nû ji bo hemû gelên dinyayê têkoşîna xwe didomîne.’’

Hevserokê Meclîsa Hildesheîmê Alî Kocademîr jî got azadiya Ocalan û Kurdan weke hev û got, dîlgirtina Ocalan dîlgirtina hemû gelên Rojhilata Navîn e û ew ê bi çalakiyên radîkal ji bo azadiya Ocalan têbikoşin.

Hevseroka Meclîsa Hildesheîmê Hayat Donma got: ‘’Heke Serokê me ne azad be gel jî azad nabin, ev 18 sal in Serokê me dîlgirtî ye. Ez bang li dewleta Tirk û Elman dikim, we ala û wêneyên Serokê me qedexe kir lê Serokê me di dilê me de ye ka wê jî qedexe bikin!’’

Endamê Komunê ya Jinan a Meryem a Hildesheîmê Çeçî Donma jî tecrîd şermezar kir, got, Ocalan serokê 50 milyon Kurd û Erdogan şermezar kir. Donma bal kişande ser hevkariya DAIŞ û AKP’ê û ji ber qedexeyê hikûmeta Elman jî şermezar kir.

Donma herî dawî got, ‘heke Serok neyê azadkirin azadî ji me re nîn e’’

Ayşe Barik jî got ew ê ji bo azadiya Ocalan li ser piyan bin.

VIYANA

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê ji bo Ocalan standa agahdarkirinê hate vekirin.

Li herêma yekemîn a bajêr li Meydana Albertîna ku turîst lê zêde ne stand hate vekirin û tîşortê ‘Ji Ocalan re azadî’ çalakgeran li xwe kirin. Endamên Meclîsa Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Viyanyê têkildarî tecrîdê danezan belav kirin.

Di çalakiyê de bi Elmanî pankarta ‘Ji tecrîda li ser Ocalan re êdî bes e’ hate vekirin.

Çalakî wê heftiyekê bidome.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCKD) ji bo azadiya Ocalan çalakî hate kirin.

Kurdistanî li Meydana Vîeux Portê hatin cem hev, anarşîstan jî destek dane Kurdan.

Li ser navê komîteya amadekar Hevserokê NCDK’ê Fethî Korukcu axivî û got: ‘’Roj roja wê ye ku em li Rêbertiya xwe xwedî derbikevin. Em ê tim li qadan bin û heta ku serokê me azad bibe em ê çalakiyên xwe bidomînin.

Di nav çarçoweya çalakiyê de wê kon werin danîn û Şemiyê meşeke girseyî were kirin.