Kurdistaniyên li Ermenîstanê dewleta Tirk şermezar kirin

Êrîşên dewleta Tirk ên li Şengalê û Rojavayê Kurdistanê, li gundê Qibiqtepe yê navçeya Talîn a Ermenîstanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate şermezarkirin.

Êrîşên dewleta Tirk ên li Şengalê û Rojavayê Kurdistanê, li gundê Qibiqtepe yê navçeya Talîn a Ermenîstanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate şermezarkirin. Gundiyên Heku, Gelto, Baroj û Qibiqtepeyê tevî keyayên gundan, tevlî daxuyaniyê bûn. Beşdarên çalakiyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK û YPG'ê hildan û dirûşma "Bijî Serok Apo" qîriya.

Daxuyanî ji aliyê Serokê Kongreya Êzidiyan li Rûsyayê û endamê KNK'ê Cemal Şemoyan ve hate dayîn. 

Şemoyan bal kişand ser êrîşên balafirên şer ên dewleta Tirk li dijî Şengal û Rojavayê Kurdistanê û got, "Weke civaka Êzidiyên li Ermenîstanê û Rûsyayê van êrîşên dewleta Tirk a faşîst bi tundî şermezar dikin. Bila dewleta Tirk aqlê xwe bîne serê xwe. Ez nêzîkbûna dewleta Tirk a faşîst ti carî nayê qebûlkirin. Lazim e dewleta Tirk tavilê dest ji hesabên xwe yên tinekirina gelê Kurd berde. Weke gelê Kurd em dixwazin xwedî statuyeke azad bin."

Şemoyan her wiha bal kişand ser hin rêxistinên Kurdan ên hevalbendiyê bi dewleta Tirk re dikin û ji wan xwest, dev ji vê xiyanetê berdin.

Piştî daxuyaniyê, gundî û keyayên gundan axivîn û êrîş şermezar kirin. Daxuyanî bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Şengalê" û "Bijî berxwedana Rojava" qediya.