Kurdistaniyên li Êrivanê ji bo Efrînê meşiyan
Êrîşên arteşa Tirk a dagirker ên li ser Efrînê li paytexta Ermenîstan Êrivanê bi mîtîngekê hatin şermezarkirin.
Êrîşên arteşa Tirk a dagirker ên li ser Efrînê li paytexta Ermenîstan Êrivanê bi mîtîngekê hatin şermezarkirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Ermenîstan Êrîvanê dijîn, ji bo piştgiriyê bidin berxwendaa Efrînê ji Meydana Komarê (Haraparakê) heta li ber avahiya Netewên Yekbûyî (NY) meşiyan.
Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG, YPJ, PYD, YBŞ, KCK û rojava hate rakirin û berxwedana Efrînê hate silavkirin.
Gel bê navber dirûşmên ‘Kujer Erdogan’, ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ , ‘Bijî Rêber Apo’ û ‘Bijî, QSD, YPG, YPJ’ qîriya. Endamê Kurdistan Komîte Dawûd Karasû li vir axivî û got; "Ev 14 roj in dewleta Tirk a dagirker bi hemû teknîka pêşketî, tang, top û balafiran êrîşî Efrînê dike û leşkerên Tirk nikarin bikevin xaka Efrînê. Ji ber ku gelê me yê Efrînê bi dil û can li ber xwe dide. Tevî hemû êrîşan gelê me welatê xwe diparêze û wê bi ser bikeve. Em weke Kurdistaniyên li Ermenîstanê dewleta Tirk û hevalbendê wê dewleta Rûsyayê şermezar dikin. Û em dibêjin bijî berxwedana Efrînê."
Li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî Serokê Şewra Kurdên Ermenîstanê û Parlamenterê Kurd Kinyas Hemît axivî û bal kişand li ser berxwedana Efrînê. Kinyas Hemît got, "Di serî de em dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin. Bêdengiya Neteweyên Yekbûyî û dewletên Ewropa li beramberî êrîşan şermezar dikin. Gelê me yê Rojava ev çend sal in li dijî çeteyên hov DAIŞ'ê berxwedanek bê hempa dide û ne bi saya YPG, YPJ’ê bûya wê çeteyên DAIŞ'ê li Ewropa û cîhanê teror bidina meşandin. Ji bo berjewendiyên xwe li dijî êrîşan bêdeng in û terorîstekî wekî Erdogan terorê li ser gelê me yê Efrînê de dide meşandin."
Kinyas Hemît herî dawî bang li gelê Kurd kir û wiha got; "Îro roja tifaqê ye. Eger em bidin yek wê çaxê em dikarin li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker bisekinin. Silav ji Berxwedana Efrînê re."
Piştre Seroka Komîteya Kurdistane Jinika Qadir dosyaya têkildarî êrîşên li ser Efrînê radestî berpirsên NY kir û got; "Destpêkê em dewleta Tirk şermezar dikin. Her wiha em dewleta Rûsya ya ku destûra êrîşan dayî jî şermezar dikin. Ez bang li hemû jinên Kurdistanê dikim ku li hemberî vê hovitiya dewleta Tirk bibin yek û ji bo Efrînê çalakiyan li dar bixin."
Mîtîng bi dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Efrînê’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî QSD, YPG, YPJ’ bi dawî bû.