Kurdistaniyan tecrîd û dagirkirina Efrînê portesto kirin

Ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropa dijîn ve tecrîda girankirî ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk tê protestokirin.

DANÎMARKA

Li Danîmarkayê bi şîara “Em Xwedî li Şoreşa Jinên Kurd derdikevin” ji stasyona Savanemollen heta Sefaretxaneya Tirk meşek hate lidarxistin. Di meşê de pankartên “Berxwedan jiyan e” û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê hate protestokirin. Meşa ku Meclîsa Jinan a Sêvê, antîfaşîst, enternasyonalîst û komên sosyalîst ên şoreşger piştgirî kir de bi hezaran kes tevlî bûn. Di axaftinên hatin kirin de bal hate kişandina ser berxwedana li Rojava û Kobanê ya li dijî hişmendiya kapitalîst a netew-dewletê. Dîsa hevserok NCKD Samîe Bîlen jî got dagirkeriya Tirk a li Efrînê tê wateya êrîşa li ser şoreş jinê.

MANNHEÎM

Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê jî Kurdistanî û rêxistinên girseyî yên demokratîk di saet 13:00’an de kom bûn û meşek lidar xistin. Meşa ku nêzî hezar kes tevlî bûn, li Alterfeûrwachê vegeriya mîtîngekê. Di mîtîngê de li ser navê NAV-DEM, NCKD, Meclîsa Jinan a Bêrîvan Ronahî, Platfroma Êdî Bese, Partiyên Elman EIE LINKE, MLPD û Deî Grûne axaftin hatin kirin. Di axaftinê hatin kirin de hate gotin ku gelê Efrînê ne bi tenê ye. Partiyên Elman jî anî ziman ku gelê Kurd ne bi tenê ne, wê têkoşîna xwe bi ya gelê Kurd re bikin ye.

HANNOVER

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê ji aliyê Meclîsa Jinan a Şehîd Ronahî ve ji bo Efrînê standa piştgiriyê hate vedan. Li vir her roja Şemiyê stand tê danî û belavok tên belavkirin. Her wiha di çalakiyê de têkildarî Efrînê agahdarkirin tê kirin. Dîsa di çalakiyê de banga boykotkirina turîzim û berhemên Tirkiyeyê hate kirin. Li ser navê NAV-DEM’ê Altûn Bîschoff anî ziman ku ji bo agahdarkirinê stand vekirin girîng e û got: “Tevî ku jin, zarok, kal û birîndar li Efrînê bi qirkirinê re hatin derbaskirin, welatiyên li vir bi awayekî aram dijîn. Ji xwe welatî durûtiya dewleta Elman dizanin.”

ARNHEM

Bi armanca protesokirina dagirkeriya Efrînê li bajarê Arnhem a Hollanda meşek navendî hat lidarxistin.

Kurd û dostên wan ên li navenda bajarê Arnhem kom bûyî di saet 15:00’an de meş destpêkirin. Di tevaya meşê de dirûşmên, “ Terorîst Tirkiye”, “ Kujer Erdogan”, “Dîktator Erdogan”, “Tirkiya faşîst ji Kurdistanê bi cehinime” û “Ewropa piştgirî dide, Tirkiye bombebaran dike” hatin berzkirin. Meş piştî daxuyaniya li ser navê Platforma xwedî derketina li Efrînê hatî xwendin bi dawî bû.