Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Kurdistaniyan li Atînayê meşek li dar xistin

Bi sedan Kurdistanî li paytexta Yewnanîstan Atînayê kom bûn, ji Omanîa heta pêşiya avahiya Sefaretxaneya Tirk meşiyan. Çalakvanan êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk lenet kirin û dirûşmên “Kujer Erdogan” qîr kirin.

Bi sedan Kurdistanî li paytexta Yewnanîstan Atînayê kom bûn, rakirina destnedayîna parlamenterên HDP’ê û êrîşên qirkirinê protesto kirin, berxwedana xwerêveberiyê jî silav kirin. Di meşa ku li navenda bajêr hate lidarxistin de gelek broşur û belavok hatin belavkirin.

Di meşê de li gel alên HDP’ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wêneyên ku AKP’ê lenet û şermezar dikrin hatin hilgirtin. Di meşê de tim bi tim dirûşmeyên mîna “Bijî Berxwedana Nisêbînê” û “Kujer Erdogan” û “Terorîst Tirkiye” hatin berzkirin.

Piştî meşê li pêşiya sefaretxaneya Tirk mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Kendal Semsûr axivî û diyar kir ku gelê Kurd dest ji azadiya xwe bernade. Semsûr wiha got: “Gelê me her tim ji bo azadiyê berdêlên giran dane. Çi berdêl bê xwestin wê bidin û dest ji azadiya Kurdistanê bernadin. Heta ku Rêber Apo di Îmaraliyê de girtî be wê Tayyîp jî di Qesra xwe de rehet rûnenê û wê her roj bi tirseke nû ve ji xewê şiyar bibe.”

 

...