BI DÎMEN

Kurdistaniya li Parîsê daxwaza ‘Azadiya Ocalan’ kirin

Li paytexta Fransa Parîsê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş û mîtîngek hate lidarxistin.

Lı ser banga Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F) û Tevgera Jina Kurd a Fransa meşek hate lidarxistin û bi sedan Kurdistanî jî beşdarî kirin.

Di saet 14:00’an de li Qada Bastîlle bi pankarta “Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistanê Re Statû” û dowîzan girseyê dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşmên “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Serok Apo” û “Kujer Erdogan” hatin qîrkirin.

Girseya ku gihişte Qada Repûblîqûeyê li vir mîtîngek lidarxistin. Di mîtîngê de li ser navê Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa, Ciwanên Azad û Nûnerên HDK-Fransayê axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de bal kişandin ser van sixûsan: “Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê wataye azadiya Kurdistanê, heta ku Rêbertiya me azad bibe em ê her tim li kolanan bin. Rêbertiya me xeta me ya sor e. Divê bi taybet dewleta T irk û hêzên emperyalîst ên komploger vê yekê baş bizanibin.”