Kurdistanî wê sibe li Dusseldorfê li ber faşîzmê rabin

Hevserokê Giştî yê KCDK-E Yuksel Koç diyar kir, ku wê sibe li dijî faşîzma AKP-MHP'ê û qedexekariya Elmanyayê li Dusseldorfê bimeşin. Koç ji bo meşa sibê ya navendî banga tevlîbûnê kir.

Bi pêşengiya 43 saziyên Kurd, Tirkiyeyî, Ermenî, Asûrî-Suryanî û Elman, wê sibe bi dirûşma "Destûr ji faşîzmê re nîne! Azadî ji Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî re" li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê meşeke navendî bê lidarxistin. Li gel zext û zordariya dewleta Tirk wê helwesta dewleta Elman jî di çalakiyê de were şermezarkirin.

MEŞ WÊ BI 2 BASKAN DEST PÊ BIKE

Meşa ku wê ji gelemperiya Ewropayê tevlîbûn çêbibe wê bi baskan (kesk û sor) dest pê bike. Çalakgerên ji Bakurê Elmanyayê, Başûrê Elmanyayê û Fransayê wê cihê xwe di baskê kesk de bigirin. Ev baskê çalakiyê wê saet 10:00 de ji ber avahiya Parlamenta Eyaleta NRW dest bi meşê bike.

Çalakgerên li Awûstûrya, Swîsre, Belçîka, Hollanda û eyaleta NRW a Elmanyayê wê tevlî baskê sor bibin. Ev bask jî wê saet di 10:00 de ji ber stasyona trenê ya navendî dest bi meşê bike. Her du bask jî wê piştî meşa li navenda bajêr, li qada mîtîngê bigihêjin hev. Tê payîn di mîtîngê de gelek siyasetmedarên Kurdistanî, Tirkiyeyî, Elman û Îngilîstanê li mîtîngê biaxivin.

'TECRÎDA LI SER OCALAN NAYÊ QEBÛLKIRIN'

Endamê komîteya amadekar û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Yuksel Koç diyar kir ku ew li bendê ne bi deh hezaran kes beşdarî meşê bibin.

Koç diyar kir ku ji bo li ber pêkanînên li Tirkiyeyê rabin, ew meşeke bi vî rengî organîze dikin û got, "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêberê Modernîteya Demokratîk e ku hêviya gelên Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê ye. Tecrîda li ser Rêber Apo nayê qebûlkirin."

Koç da xuyakirin, ku nêzîkatiya dewleta Tirk a li Ocalan nêzîkatiya li nêrîna azadîparêz e û got, "Hêzên serdest ên navneteweyî, dewleta Tirk û paşverûtiya herêmî, ji ber xeta azadîparêz a Serok Apo vê siyaseta qirêj li dijî wî dimeşînin. Ji ber vê yekê wezîfeya însanî, exlaqî û welatparêzî ya gelê Kurd û her mirovê pêşverû ye ku xwedî li Birêz Ocalan derkeve. Helwesta bi rûmet, xwedîderketina li Ocalan e."

Koç bal kişand ser qedexeyên dewleta Elman li ser Kurdan û hêzên demokratîk ferz dike û got, "Em bang li hikumeta Merkel dikin ku bes mîna Erdogan polîtîkayên dijminatiyê li Kurdan dike bimeşîne û li gorî nirxên gerdûnî û demokratîk tevbigere. Bi rengekî kêfî, al, standên pirtûk, xwarin û vexwarinê yên meşa me hatine qedexekirin. Ev yek zîhniyeteke faşîzan e. Em vê zîhniyetê şermezar dikin. Em bang li gelê xwe yê li Ewropayê dijîn û hemû hêzên demokratîk dikin ku bi beşdariyeke xurt a li meşê bersivê bidin van qedexeyan."

Koç CPT û Konseya Ewropayê jî rexne kir û bang kir ku heyetek ji CPT tavilê biçe Girava Îmraliyê û hevdîtinê bi Ocalan re bike.

Di dawiya axaftina xwe de Koç bang li her kesî kir ku bi ruhê seferberiyê tevlî meşa sibê ya li Dusseldorfê bibin û li ber faşîzmê rabin.

SAZIYÊN KU MEŞÊ ORGANÎZE DIKIN

1. KCDK-E / Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd-Ewropai

2. AvEG-KON/ Federasyona Koçberên Bindest ên Ewropa

3. TJK-E/ Tevgera Jinên Kurd- Ewropa

4. ATIK/ Federasyona Karkerên Tirkiyeyê yên li Ewropa

5. NAV-DEM / Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistan

6. HDK-A ( Kongreya Gelên Demokratîk- Ewropa )

7. BAF (Forma Aşitiyê ya Ewropa ya li Dijî Şer û Dîktatoriya li Ewropa)

8. ADHK / Konfederasyona Gelên Demokaratîk-Ewropa

9. JINA NÛ - YENİ KADIN

10. YDG / Ciwanên Demokratîk ên Nû

11. SKB /Yekîtiya Jinên Sosyalîst

12. YS / Young Struggle

13. Cîhana ku bê Jiyîn (Yaşanacak Dünya)

14. MDDK / Kongreya Guhertina Demokratîk a Mezopotamya (Asûriyan)

15. FEDA / Federasyona Demokratîk a Elewî yên Ewropa

16. ADEF (Federasyona Hevparên Demokratîk ên Dersimê- Ewropa)

17. SYKP / Partiya Avakirian Jinûve Sosyalîstan

18. FDG / ( Federasyona Komleyên Dersim-Ewropa)

19. CIK /Civaka Îslamiya Kurdistan

20. NAV-YEK / Komeleyên Êzidiyên Ewropa

21. Partiya Çepgirên Kesk (Yeşil Sol Parti)

22. Partiya Şoreşger (Devrimci Parti)

23. ISKU

24. YXK( Yekîtiya Xwendevanên Kurdistanê)

25. KOMEW (Malbatên Mexdûr û Windayan)

26. Meclîsa Êzidiyên Şengal ên Derveyî Welat

27. Înisyatîfa Maras- Ewropa (Avurpa Maras Insatifi)

28. Înisyatîfa Kûrecîkên Ewropa (Avurpa Kurecikler Insatifi)

29. Jinûve Avakirina Dersimê (Dersimi Yeniden inşa)

30. Düsseldorf für Kürdistan

31. IL- Intervenstionische Linke

32. FIDEF ( Federasyona Komeleyên Karkarên Elmanya ya Federal)

33. TATORT - KURDISTAN

34. AKKUSTAN

35. KV Die Linke Düsseldorf

36. NRW Landesverband Die Linke

37. PYD - Ewropa

38. Platforma Zagros (Zagros Platformu)

39. PEKAN / Platforma Kurdên Anatolya Navîn

40. NOR-ZARTOK

41. Platforma Dengê Girtiyan (Tutsakların Sesi Platformu)

42. TAJÊ-E/ Tevgera Jinên Êzîdî yên Ewropayê

43. Ciwanên Azad û  Jinên Ciwan ên Azad