Kurdistanî li Wesselîngê li hev civiyan
Kurdistaniyên li Wesselîngê dijîn, di şevekê de li hev civiyan.
Kurdistaniyên li Wesselîngê dijîn, di şevekê de li hev civiyan.
Komîteya Wesselîngê ya di bin sîwana Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Bonnê dixebite, şevek organîze kir. Kurdistaniyên li Wesselîng û Bonnê dijîn tevî dostên xwe tevlî şevê bûn.
Hozan Şemdîn, Sîpan Xelat, Kewê, Kurdê, Roj Elî, Yucel Koroglû û Koma Saz Wesselîngê derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin. Komên govendê jî folklora ji herêmên cuda yên Kurdistanê pêşkêş kir.
Parlamenterê Şirnexê yê HDP'ê Faysal Sariyildiz jî beşdarî şevê bû û di axaftina xwe de got, "Niha ji Kobanê heta Reqayê, Şengalê û gelek herêmên Başûrê Kurdistanê şerekî dijwar diqewime. Ev şer ne tenê şerê li Kurdistanê ye. Ji Mûsilê heta Sûriyeyê, heta Erebîstanê tevahiya Rojhilata Navîn bûye qada şer. Bi pêşengiya Kurdan ne tenê li dijî Erdogan, li hemberî zilma sedan salan berxwedan tê kirin."
Şev bi gerandina govendê heta derengiya şevê dewam kir.