Kurdistanî li Montpellîer û Bordeaûxê ji bo Ocalan daketin qadan

Li bajarên Montpellîer û Bordeaûx ên Fransayê, ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.

Li bajarên Montpellîer û Bordeaûx ên Fransayê, ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.

MONTPELLÎER

Kurdistaniyên li bajarê Montpellîer ê Fransayê dijîn, ji bo balê bikişînin ser tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek li dar xistin.

Çalakger bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Parka Peyroû Pîtotê li hev civiyan û ber bi meydana Comedîe ya li navenda bajêr ve meşiyan. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Em hemû PKK'yî ne", "Statu ji Kurdistanê re", "Azadî ji Ocalan re", Bê Serok jiyan nabe", "Erdogan kujer e" hatin qîrîn û belavokên bi zimanê Fransî hatin belavkirin.

Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Montpellîerê Zubeyde Denîzhan li mîtînga Comedîe di mîtîngê de axivî û got, "Divê neyê jibîrkirin ku em hemû deyndarê Rêber Apo ne û heta zanibin, heta ku ew azad nebe jiyana kesî ewle nîne."

Di daxuyaniyê de her wiha darbeya li HDP'ê hate kirin, di salvegera yekemîn de hate şermezarkirin û daxwaza berdana hemû girtiyên siyasî hate kirin.

BORDEAÛX

Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê jî bi pêşengiya Tevgera Jinê û Navenda Civaka Demokratîk ji bo tenduristî û ewlekariya Ocalan meş û mîtîngek hate organîzekirin.

Li gel barana zêde jî bi sedan kes tevlî çalakiyê bûn û bal kişandin ser ewlekarî û tenduristiya Ocalan.

Çalakî bi qîrîna dirûşman qediya.