BI DÎMEN

Kurdistanî divê 16'ê Mijdarê biherikin Kolnê

Çalakgeran diyar kirin ku 16'ê Mijdarê wê beşdarî meş û mîtînga li Kolnê bibin û bang li Kurdistaniyan hemûyan kirin ku li Kolnê careke din daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bikin.

PÊNGAVA AZADIYÊ

Kurdistaniyan ji bo meş û mîtînga navendî ya 16'ê Mijdarê ya li Kolnê banga tevlîbûnê kirin û gotin, "Azadiya Rêber Apo azadiya Kurdistanê ye."

Li bajarê Koln ê Elmanyayê di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' wê 16'ê Mijdarê meş û mîtîngek bê lidarxistin ku amadekariyên çalakiyê dewam dikin. Kurdistaniyên li Elmanyayê ji bo meş û mîtînga li Deutzer Werft a Kolnê banga tevlîbûnê kirin.

EM Ê JI BO RÊBERÊ XWE TEVLÎ MEŞÊ BIBIN

Mehmet Balîbay ku beriya du salan ji ber sedemên siyasî serlêdana penaberiyê li Elmanyayê kir, anî ziman ku wê tevlî meşa li Kolnê bibe. Mehmet Balîbay got, "Meşa 16'ê Mijdarê ji bo Rêberê me Abdullah Ocalan e. Li bendê me ku her kes tevlî bibe. Ez ê jî ji bajarê Kîelê tevlî bibim."

HETA AZADIYÊ EM Ê LI SER PIYAN BIN

Dayika Ozan a ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê jî bi bîr xist ku Rojava di bin êrîşan de ye û got, "Di 16'ê Mijdarê de ji bo Rêberê xwe û Rojava em ê li qadan bin. Erdogan mirovên me dikuje, xwezaya me tine dike, êrîşî petrola me bike, çandiniya me dişewitîne. Em doz didin wan şehîdan ku li ser şopa wan bin. Weke Kurdistaniyên li Ewropayê em ji bo Rojava û Rêberê xwe li qadan bin. Karê Erdogan êrîşa li dijî me ye. Em li vê derê li dijî şer dadikevin qadan. Heta ku em sax bin em ê bi gerîla, YPG û YPJ'ê re bin. Heta ku Rêber û welatê xwe azad bikin em ê li ser piyan bin."

EM Ê LI KOLNÊ BIBIN DENGEKÎ BILIND

Meryem Yerlîkaya ya ji Pîran a Amedê yek ji wan kesan e ku par ji ber sedemên polîtîk hatiye Elmanyayê. Meryem Yerlîkaya li ser sedema tevlîbûna xwe ya li meşa Kolnê got, "Em Kurd li Tirkiyeyê û her devera cîhanê me gelekî zor û zehmetî kişandin. Em dixwazin vê yekê her tim bînin ziman. Li Kolnê wê dengekî xurt bilind bibe. Em ê bi hev re ji bo azadiya Abdullah Ocalan û parastina mafên Kurdan hemû li wê derê bin."

RÊBER APO GELEK TIŞT KIR, NIHA DOR A ME YE

Ciwanê bi navê Kanî ku ji bajarokê Dêrika Hemko yê Rojavayê Kurdistanê ye û li bajarê Kîel ê Elmanyayê dimîne got, "Bêguman ez ê 16'ê Mijdarê tevlî meşê bibim, ji ber ku meş ji bo azadiya Rêber Apo ye. Rêber Apo ji bo me gelek tişt kir. Ji ber vê jî divê em destê xwe dînin ser wijdanê xwe û Rêberê xwe azad bikin. Azadiya Rêber Apo azadiya çar parçeyên Kurdistanê ye."

EM BI HEV RE BIHERIKIN KOLNÊ

Harûn Erkûş ê li bajarê Bîelefelê dimîne, bal kişand ser girîngiya xwedîderketina li îradeya gelê Kurdistanê û got, "Rêber Apo 26 sal in li zindana Îmraliyê tecrîdkirî ye. Hevdîtinên parêzeran û malbatê, her wiha axaftina bi telefonê tê astengkirin. Mafên xwe hemû têne desteserkirin. Weke gel me weke îradeya xwe qebûl kiriye, îradeya me ye. Bi milyonan mirovên Kurd, me Abdullah Ocalan weke îradeya xwe ya siyasî qebûl kiriye. Di sala duyemîn a pêngavê de em amadekariya meşa li Kolnê dikin. Weke Meclîsa Bîelefeldê li kolan, tax û malan em karê amadekariyê dikin ku bi rengekî girseyî biherikin Kolnê û careke din daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bînin ziman. Di 16'ê Mijdarê de li Kolnê bi yek dengî em bibêjin, 'Em daxwaza azadiya Rêber Apo dikin. Rêber Apo îradeya me ye. Em di azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de israr dikin. Azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurdistanê ye. Azadiya gelên Rojhilata Navîn e, azadiya gelên bindest hemûyan e'."