ÎHD'ê têkildarî girtiyên bi nexweşiya giran hişyarî da

Şaxê Edeneyê yê ÎHD'ê têkildarî girtiyên bi nexweşiya giran Fevzî û Omer Arslan, Celal Ercan û Haci Alagaş hişyarî da ku metirsî li jiyana wan heye.

RAPORA TÊKILDARÎ GIRTÎGEHAN

Komîsyona Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê, rapora xwe ya têkildarî girtîgehên li herêmê eşkere kir.

Berdevkê Komîsyona Girtîgeha a Şaxê ÎHD’ê yê Edeneyê Azîz Sari rapor xwend û got, xetereya jiyanê li ser girtiyên bi navên Fevzî û Omer Arslan (bira ne), Celal Ercan û Haci Alagaş ên li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Sulucayê tên ragirtin, heye.

Sari da zanîn ku tevî serlêdanan jî sewqên girtiyan ên ji bo nexweşxaneyan nayên kirin û xetereya li ser jiyana birayên Arslan pir mezin e.

Sari got, divê girtiyên nexweş bên berdan û bang li Wezareta Dadê kir.

Sari, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Girtiyên nexweş ên li Edeneyê di mijara mafê tenduristiyê de bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû ne. Mafê wan tê binpêkirin. Destkelepçekirina di dema muayeneyê de û hwd. xistine pêşiya mafên mirovan."

Sari diyar kir ku li Tirkiyeyê 403 girtîgeh hene û bi ser kapasîteyên wan re kes lê tên ragirtin. 

Sari da zanîn ku ji 1’ê Tîrmeha 2024’an ve kapasîteya girtîgehan 295 hezar û 328 kes e, lê 342 hezar û 526 kes lê tên ragirtin.