Di çalakiya nobetê ya li sînorê Kobanê-Pirsûsê de peyamên berxwedanê

Di çalakiya nobetê ya li ser sînorê Pirsûs-Kobanê ya li dijî êrîşên dagirkeriyê de peyamên berxwedanê hatin dayîn û hat gotin, "Weke gelê Kurd em ê êrîşa li hemberî Rojava qebûl nekin."

Çalakiya nobetê ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û koma paramîlîter a SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Pirsûs a Rihayê û Kobanê hatiye destpêkirin, di roja 4’an de didome. 

Çalakî, bi pêşengtiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) hatiye destpêkirin. Birayê Rêber Apo, Mehmet Ocalan, Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar, rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên Riha, Dîlok, Amedê, aktîvîstên TJA’yê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê û gelek kes tev li bûn. Çalakî bi stranên Kurdî û gerandina govendê domiya. Piştgiriya bi nobetê re her ku diçe zêdetir dibe.

Di çalakiyê de pankarta “Rojava rûmeta me ye", wêneyên rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ji hêla dewleta Tirk ve bi SÎHA’yan hatin qetilkirin û dovîzên “Rojava xeta me ya sor e” hatin hilgirtin û daxuyanî hate dayin.

Hevseroka Komeleya Alîkarî, Piştevanî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Xaka Qedîm Windakirina re (KATDER) Fatma Akbaş, di daxuyaniyê de got ku ew ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine ser sînor û dê berxwedana wan a li dijî êrîşan bidome.

Hevserokê DEM Partiyê yê Farqîn a Amedê Niyazî Soner, jî berxwedana hevpar a li dijî êrîşên sala 2014’an ên li ser Kobanê bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Digotin ‘Kobanê ha ket ha dikeve.’ Heke Kobanê wê rojê neketibe dê îro qet nekeve. Dilê me bi Rojava re ye. Kobanê Farqîn e, Farqîn Kobanê ye.”

Hevseroka DEM Partiyê ya Dîlokê Zozan Ayhan jî got “Gelê Kurd aştiyê dixwaze” û anî ziman ku dê li dijî êrîşan li ber xwe bidin.

‘EM KURD ÊRÎŞÊN SER ROJAVA QEBÛL NAKIN’ 

Mehmet Ocalan, jî da zanîn ku Tirkiye li gorî xwe hincetan çêdike û êrÎşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Mehmet Ocalan, wiha domand: “Banga me ji bo Tirkiyeyê ye; Rojava heta niha yek gule bernedaye Tirkiyeyê. Tirkiye dixwaze gelên li wir ji holê rake. Tirkiye jiyana li wir hedef digire. Em Kurd êrîşên ser Rojava qebûl nakin. Li Rojava gelek nasnameyên cuda dijîn. Divê pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin. Em ê xwedî li jiyana li wir derkevin. Heke Tirkiye çareseriyê bixwaze ji ewil divê ji bo pirsgirêka Kurd çareseriyê peyda bike.”

Daxuyanî bi çepik û dirûşma “Rojava neket dê nekeve” bi dawî bû.