IZMÎR
Li Izmîrê bi pêşengiya TÎHV, Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û Şûbeyên ÎHD’ê yên li Îzmîrê daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayin.
Serokê Şaxê TÎHV’ê yê Îzmîrê Çoşkûn Ûstercî daxuyanî da û got, ‘’li Tirkiyê ji 2015’an ve bi vegera li polîtîkayên şer aramiya ku pêvajoya çareseriyê ji mafê mirovan re vekiribû, şûna xwe ji kaos û binpêkirinên mafê mirovan re hişt’’
Ûstercî diyar kir ku li Tirkiyê xeleke herî mezin a kêşeya mafê mirovan û demokrasiyê meseleya Kurd e û diyar kir heta ku meseleya Kurd bi rêyên demokratîk û aştixwazî neyê çareserkirin dawî li binpêkirinên mafê mirovan nayê. Ustercî diyar kir ku Rewşa Awarte û BHQ’yan Tirkiye ji hêla demokrasiyê ve 10 salan bi paş xistiye û ew ê vê rejîma Rewşa Awarte qebûl nekin û têkoşîna xwe bidomînin.
AMED
Li Amedê Şaxê ÎHD’ê ya Amedê, Nûnertiya Amedê ya TÎHV’ê, Baroya Amedê, Odeya Bijîşkan daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Serokê Şaxê ÎHD’ê Racî Bilîcî Tahir Elçî yê ku li Sûrê hatibû kuştin bi bîr anîn û got, binpêkirinên mafên mirovan bi rewşên cuda ku salên 90’î pir şahidî li wan kiribû niha dîsa serwer bûne.
Bilîcî bi berdewamî diyar kir ku BHQ’yan hemû muxalîfên civakî yên ku rexneyan li polîtîkayên hikûmê tînin dibine hedef, mafê wan tê binpêkirin û mexdûrkirin.
Bilîçî diyar kir bi BHQ’yan li gel zext û zordariyên li ser saziyên sivîl, li qada siyasî jî hin meyl hene ku qet li demokrasiyê naguncin.
Bilîcî herî dawî xwest ku dawî li rewşa şer were anîn, şertên muzakereyê werin avakirin û dewleta Tirk dawî li polîtîkayên rêveberiya jidandî bîne, dawî li operasyonê leşkerî bîne û rê li ber diyalogê were vekirin. Ji bo vê jî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin.
DERSIM
Baroya Dersimê jî ji bo 10’ê Kanûnê daxuyaniyeke çapemeniyê da. Serokê Baroyê Bariş Yildirim, ew di serdema herî giran a binpêkirina mafê mirovan de ne û weke ku li gelek deveran bûyî li Dêrsimê jî hevşaredar, endamên meclîsê û gelek kes bi awayekî ne hiqûqî hatine girtin û got, ‘’Di hemû pêvajoyên edlî de divê di nav hiqûqê de mirov bimîne, hurmetdar be ji heqê darizandina hiqûqî re, divê darizandina ne girtî esas were girtin.’’
MÊRSÎN
Şaxê Mêrsîn a ÎHD’ê 10’ê Kanûnê di çarçoveya Hefteya Mafê Mirovan li Parka Zarokan a Ozgur daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de dowîzên “Mirov bi mafê mirovan mirov e” û “Aştî niha” û dirûşmên ““Mirov bi mafê mirovan mirov e”, “Bijî yekîtiya gelan”, “Roj wê were dewran vegere, wê hesab ji AKP’ê bê xwestin” hatin qîrkirin. Platforma Şaxên KESK’ê ya Mêrsînê, Şaxê Giştî yê DÎSK’ê ya Mêrsînê, Platforma Şaxê KESK’ê ya Edenê, HDP, EMEP û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê SErokê Şaxê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD)’ê a Mêrsînê Alî Tanriverdî ve hate dayîn. Tanriverdî li ser îxlalên mafê mirovan ên di sala 2016’an de hatin kirin axivî.
Tanriverdî got: “Li Tirkiyeyê pirsgirêka herî mezin pirsgirêka mafê mirovan e. Xeleka herî girîng a vê pirsgirêkê jî pirsgirêka Kurd e. Ev pirsgirêk bi rêyên aştiyane û demokratîk çareser dibe.
KESK Şubeler Platformu Dönem Sözcüsü Kenan Hazar, KESK ve emekçiler üzerinde artan baskıların OHAL ile birlikte tavan yaptığını anımsattı. KESK'in yasaklamalar ve baskılar ile bitirile bileceğini düşünenlerin yanılacağını ve tarihin çöplüğüne gömüleceğini belirten Hazar, baskı ve sömürü düzenine karşı sonuna kadar mücadele etmeye devam edeceklerini söyledi.
Berdevkê Demê yê Platforma Şaxa KESK’ê Kenan Hazar jî axivî û bal kişand ser zext û êrîşên li ser Kedkar û KESK’ê û bi Rewşa Awarte re ev êrîş gihişte asta herî bilind. Hezer diyar kir ku bi zext û êrîşan nikarin KESK’ê bidin tinekirin û serî natewîne.
EDENE
Şaxê ÎHD’ê ya Edeneyê bi boneya 10’ê Kanûnê Hefteya Mafê Mirovan li Parka Înonuyê daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji şer û Rewşa Awarte re na” vekirin. Di daxuyaniyê de HDP, KDG, DÎSK, EMEP û li gel Odeya Dixtoran gelek kes beşdar bûn. Berpirsa ÎHD’ê ya Herêma Behra Spî Parêzer Yasemîn Dora Şeker diyar kir ku piştî hewl dana 15’ê Tîrmehê û şûn de li Tirkiyeyê îxlalaên mafê mirovan zêde bûye. Şeker wiha got: “Em li dijî Rewşa Awarte, şidet û şer in. Divê bi lezgîn dawî li rejîma Rewşa Awarte û BHQ’ê de bînin.”
ÎSKENDERÛN
Li Şaxa ÎHD’ê ya Îskenderûnê di çarçoveya Hefteya Mafê Mirovan de li Parka Kevin daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de dowîzên “Ji Şer û Rewşa Awarte re Na” vekirin, daxuyanî ji aliyê Serkê Şaxa ÎHD’ê ya Îskenderûnê Coşkûn Selçûk ve hate dayîn. Selçûk diyar kir ku li Tirkiyeyê ya herî lezgîn divê aştî pêk bê û got: “Dema ku aştî nebe, mafê mirovan nayê parastin, dema ku mafê jiyanê neyê parastin jî ne mimkûne ku mirov qala mafên din bike. Şertê yekem ê demokrasiyê azadiya îfadeyê ye. Li Tirkiyeyê azadiyar îfade û rêveberiya otorîter di bin zextên darazê de ne.”
RIHA
Saxa ÎHD’ê ya Rihayê, 10’ê Kanûnê bi boneya Hefteya Mafê Mirovan bal kişand ser îxlalên mafê mirovan ên li Tirkiyeyê tên jiyîn û daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin. Di çalakiyê de rêxistinên HDP’ê û DBP’ê û gelek kes beşdar bûn. Daxuyanî li Navenda Kar a Ahemt Bahçelîevlerê hate lidarxistin. Di daxuyaniyê de pankarta “Tekane Rê Aştiye” û dowîzên mîna “Li Dijî Şer Aştî” û “ Ji Şer û Rewşa Awarte re na” hatin bilindkirin.
Hevseroka ÎHD’ê Nahîde Polat metna daxuyaniyê xwend û îxlalên mafê mirovan ên li Tirkiyeyê û Kurdistanê hatine jiyîn rêz kir.