Kurdên li Swîsreyê lez dan xebatên kampanyayê
Kurdên li Swîsreyê lez dan xebatên kampanyayê
Kurdên li Swîsreyê lez dan xebatên kampanyayê
Kampanya îmzeya ya "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû" bi hemû leza xwe dewam dike. Kurdên li Swîsreyê jî heta niha 40 hezar îmze komkirine û hedewan wan 150 hezar e.
Kampanyayê ku roja îlona 2012'an dest pê kir her ku diçe berfireh dibe. Yek ji welatên ku kampanya lê tê weşandin Swîsre ye. Kurdên li Swîsreyê jî heta niha 40 hezar îmze komkirine û hedewan wan 150 hezar e.
Li bajarê Baselê di tevahiya meha sibatê de wê bi awayakî aktîf bi tevlîbûna 600 xebatkaran îmze bêne komkirin. Dê li cihên herî qerebalix ên bajêr stand bêne vekirin.
Li bajarê Husum ê Almanyayê kurdistaniyê 65 salî ku wekî Xalê Eyo tê nasîn, bi tenê 350 îmze kom kirin. Xalê Eyo ew îmze dan Komala Kurdî ya bajarê Kielê.
Xalê Eyo dibêje ku wê xebata xwe dewam bike û bang li Kurdistaniyan dike ku bi awayekî aktîf tevlî xebatên kampanya îmzeyan bibin.