Kurdên li Rûsyayê li ber destdirêjiya li ser Şengalê rabûn

Di daxuyaniyê saziyên Kurdan ên li Rûsyayê de hate ragihandin ku ev hewldana dagirkirina Şengalê nayê qebûlkirin û pêwîste Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat li ber vê hewldanê rabin.

Rêxistinên Kurdan ên li paytexta Rûsya Moskowayê têkildarî lihevkirina Hewlêr-Bexdayê ya li ser Şengalê û metirsiya ku ji ber vê lihevkirinê li Şengalê rû daye, daxuyaniyek dan.

Daxuyanî bi navê Rêxistina Yekîtiya Êzidiyên Rûsyayê Êzdîxan, Yekîtiya Rêxistinên Kurd a Navneteweyî, Otonomiya Neteweyî-Çandî ya Kurdên li Federasyona Rûsyayê û Rêxistina Navneteweyî ya Jinên Kurd ve hate dayin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku peymana di 9'ê Cotmehê de di navbera rêveberiyên Hewlêr û Bexdayê di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî li ser Şengalê hatiye kirin, li dijî rêxistinbûn û xweseriya Şengalê ye.

'BI PEYMANÊ DIXWAZIN ÊZIDIYAN BÊXWERÊVEBERÎ Û BÊPARASTIN BIHÊLIN'

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi rêya vê peymanê dixwazin Êzidiyan bêxwerêveberî û bêparastin bihêlin û hate gotin, "Şandina 10 hezar hêzên çekdar û polîsan ber bi herêma Şengalê ve tê wateya tunekirina îradeya Êzidiyan. Bi vê hewldanê dixwazin xelkê Şengalê bi rêya 'qanûnan' bêparastin, bêrêxistin bihêlin, asîmîle bikin û tune bikin. Pêwîstiya Şengalê bi vê hêzê nîne. Hêzên Şengalê rêxistinkirî ne û dikarin xwe biparêzin."

BANGA JI BO ŞENGALÊ YA LI GELÊ KURD Û HÊZÊN NAVNETEWEYÎ

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ev hewldana dagirkirina Şengalê nayê qebûlkirin û pêwîste Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat li ber vê hewldanê rabin.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin, "Kurdên li Rûsyayê heta dawiyê piştgiriyê dide Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê" û bang li Rûsyayê û hêzên navneteweyî jî hate kirin ku li ber dagirkirina Êzidxanê rabin.