Kurdên li Parîsê qetliamê protesto dikin

Kurdên li Parîsê qetliamê protesto dikin

 Bi nêzîkbûna salvegara qetliama Parîsê re hema bêje her şev kurdên li bajarên lê dijîm bi mebesta daxwaza ronîkirina qatliamê meşên meşaleyî li dardixin.

Çalakiyên ji bo ronîkirina berpirsên qetilkirina  damezrenera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez yên ku li Parîsê hatîn qetilkirin, tên lidarxistin  didomin.

Li Parîsê dibin pêşengtiya Ciwanên Azad de şevê din maşa meşaleyî hat li darxistin. Meşa ku şevê din li Nevenda Parîsê li Villiers le Bel û Drancyê hatin li darxistin de  qetliama li Parîsê hat protesto kirin, xwestin ku kujer demildest bên diyar kirin.

Meşa li  Drancyê li ber îstasyonê seat di  17:30’de destpê kir. Kurdistaniyan pankarta ku li ser wêneyên Cansiz, Dogan û  Şaylemez heyîn vekirin. Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KCK û KJB’ê hatin girtin, girseya ku dest bimeşê kirî derdora 3 kêlometreyan rê ji trafîqê girtin. Sloganên “Em hemû Leyla, Sakîne û Fîdanîn”, “Jin, jiyan, azadî”, “ Ciwan fedayên Apo ne” hatin avêtin. Ta ku meş bi dawî bû belavokên li ser qetliamê hatin belav kirin.

Dema ku li Drancyê rêya  Quatre Rueyê li trafîqê hat girtin rêzekî dirêj ya maşîneyan çêbû.

Li vêderê deqîqeyê rêzgirtin. Pişt re Ozcan Serhat axîvî û destnîşan kir ku li rexmê ku salek li ser qetliamê re derbas bû jî, hê jî dewleta Fransayê tiştekî nekiriye û daxuyaniyek di derbarê mijarê de nekirîne. Serhat da diyar kirin ku ev yek hatiye astekî wisan ku êdî nayê pejirandin. Piştî axivtina Serhat M. Reşîd Îşbîlîr, Veysel Îşbîlîr û Bermal Tokçu yên li Geverê hatîn qetilkirin hatin bi bîranîn.

Li çalakiyê de bang hat kirin ku hemû ciwanên Kurd di 11’ê Çile de beşdarî meşa dirêj a 3 rojan wê berdewam bike beşdar bibin.