Kurdên li Libnanê jî di greva birçîbûnê de ne

Kurdên li Libnanê li hemberî tecrîda li Îmraliyê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Li Libnanê bi pêşengiya TEV-DEM û Kongreya Star li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya Leyla Guven û girtiyan, greva birçîbûnê hate destpêkirin.

Kurdên ku ketine greva birçîbûnê diyar kirin ku heta Ocalan azad bibe, ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

Li Beyrûdê ya ku paytexta Libnanê ye, li Avahiya Weqfa Newrozê çalakî hate destpêkirin û gelek kes tevlî çalakiyê bûn.

Beriya destpêkirina greva birçîbûnê vîdeoya nirxandinên Ocalan hate nîşandan.

Endama TEV-DEM’ê Şervîn Cûdî diyar kir ku Guven di serî de ew hemû girtiyên di greva birçîbûnê de silav dike.