Kurdên li Ewropayê li dijî êrişên nîjadperestiyê daketin qadan
Kurdistaniyên li Elmanya û Danîmarkayê, ji bo Bariş Çakan ê ku ji aliyê faşîstan ve hate kuştin çalakî kirin.
Kurdistaniyên li Elmanya û Danîmarkayê, ji bo Bariş Çakan ê ku ji aliyê faşîstan ve hate kuştin çalakî kirin.
Li bajarê Bîelefeldê yê Elmanyayê bi pêşengiya aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jin ên Ciwan ên Azad (JCA) çalakiyek hate lidarxistin. Bi dehan Kurd li ber stasyona trenê ya li Bîelefeldê li hev kom bûn û bi piştî deqeyeke rêzgirtinê dest bi mîtîngê kirin.
Aktîvîst ji bo şermezarkirina êrişa nîjadperestî ya 4 roj berê ya li Enqereyê li hev kom bûn, ku ji ber êrişa faşîstên Tirk, Bariş Çakan ê li muzîka Kurdî guhdarî dikir hate qetilkirin.
Aktîvîstan pankartên bi nivîsa "Ti kuştin bê ceza namîne" û "Rê nede qirkirinê, tolê hilîne" hildan.
Di çalakiyê de êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojava, zextên li ser HDP'ê û êrişên hewayî yên li ser kampa penaberan a Mexmûrê hatin protestokirin.
Di çalakiyê de ji bo bîranîna Bariş Çakan li muzîka Kurdî hate guhdarîkirin û hate gotin, "Êrişa li dijî Bariş êrişa li dijî hebûn, nasname, jiyan, çand û zimanê me ye. Faşîzm dijminê me hemûyan e, divê em bi hev re li ber rabin. Zîhniyeta ku hînî kuştin û êrişên faşîst dibe divê êdî ji holê bê rakirin."
KOPENHAGEN
Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê Meclîsa Jinan û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) êrişên nîjadperestî yên li dijî gelê Kurd şermezar kirin.
Bi vê armancê li kolana girseyî ya Kopenhagenê li Nytorvê mîtîngeke şermezarkirinê hate lidarxistin.
Kurdan wêneyên Bariş Çakan û George Floyd hildan û pankarta bi nivîsa "Ji ber ku rengê xwe reş bû/ji ber ku zimanê xwe Kurdî bû hatin kuştin" vekirin.
Çalakî bi berz kirina diruşme û mûzîkên Kurdî bi dawî bû.