Kurdên li Ewropayê ji bo Ocalan daketin qadan- NÛ BÛ

Ji bo balkişandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadbûna Wî li Parîs, Brîghton, Den Haag, Basel û Kopenhagê çalakî hatin lidarxistin.

PARÎS

Li paytexta Fransayê Parîsê çalakiya ji bo balkişandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja çaran de domiya.

Li qada Chateler Le Halles a Parîsê endamên Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk a Mantes La Jolîe ji bo balkişandina tecrîdê standa agahdarkirinê vekirin.

Fransiyan eleqeyeke zêde nîşanî standê dan û pankart û dovîzên “Ji Ocalan re azadî” hatin hilgirtin.

Di çalakiyê de Hevserokê NCKD a Mantes Le Jolîeyê Vehbî Yuksel hemû Kurdistanî û dostên wan ên li Parîsê vexwend meşa “Azadî ji bo Ocalan” a ku wê roja Şemiyê were lidarxistin.

BRIGHTON

Li bajarê Îngîltereyê Brîghtonê ji bo balkişandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Old Steînê ya ku yek ji ciha herî şên a bajêr e, stand hate vekirin.

Di çalakiyê de pankara “Ji Ocalan re azadî” hate vekirin û bi belavokan têkildarî tecrîda li ser Ocalan agahdarî hate kirin.

Çalakiyên “Ji Ocalan re azadî” wê sibê jî bidome.

DEN HAAG

Li bajarê Hollandayê Den Haagê jî bi heman armancê çalakî hate lidarxistin.

BASEL

Çalakiya standê ya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Meclîsa Jinan a Ronahî ya li bajarê Basel ê Swîsreyê ku li pêşiya avahiya Parlamentoya Kantonê lidar xistin, di roja 3’emîn de dewam dike.

Di çalakiya belavok têde hate belavkirin de, bi armanca balê bikişînin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahdarkirin pêk hat.

Çakakiya pankarat “Ji Ocalan Re Azadî” hate vekirin, bi sedan belavok hatin belavkirin û dirûşim hatin qîrikrin.

Li Baselê, çalakî û mîtîngên girseyî ku roja Şemiyê li Claraplatzê bê lidarxistin dewam bikin.

KOPENHAG

Li paytext Kopenhag a Danîmarkayê, bi armanca balê bikişînin ser tecrîda girankirî ya li ser Ocalan, çalakiya standê ya ku hatibû lidarxistin di roja 2’emîn de dewam dike.

Çalakiya li Qada Gammel Torv hate lidarxistin, ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Danîmarkayê ve hate organîzekirin.

Kurdistaniyên pankarta ‘Ji Ocalan Re Azadî’ û posterê Ocalan hildan, belavokên bi zimanê Dancî û Îngilîzî hatibûn amadekirin belavkirin û têkildarî tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahdarkirin pêk anî.

Rêveberên Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk serî de bang li hemû Kurdistan û hemû demokratên şoreşger kir ku li derdorî Rêber Apo ê ku yekane temînata aştî û azadiya gelan bibin yek, ji bo polîtîkayên îmah, înkar û tesfiyeyê ya li ser Kurdistanê, xwedî li Rêbertiyê derkevin.