Kurdên li Ewropayê ji bo çalakgerên grevê dadikevin qadan
Kurdên li Ewropayê, ji bo xwedî li çalakiyên greva birçîbûnê derkevin wê roja Şemiyê tevî dostên xwe li dehan bajaran dakevin qadan.
Kurdên li Ewropayê, ji bo xwedî li çalakiyên greva birçîbûnê derkevin wê roja Şemiyê tevî dostên xwe li dehan bajaran dakevin qadan.
Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), diyar kir ku wê 5'ê Çileyê li 7 welat û 19 bajaran çalakî pêk werin û ji bo tevlîbûnê bang kir.
Di bangawaziya KCDK-E de hate gotin, "Grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêber Apo bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir, li Strasboûrg, Hewlêr, girtîgehan û li gelek bajaran bi biryardarî dewam dikin."
KCDK-E'yê ragihand, wê bi şiyara "Daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê daxwaza me ye" roja 5'ê Çileyê li gelek welatan çalakiyan li dar bixin û da xuyakirin, wê Erdogan ê dîktator û tifaqa AKP-MHP'ê ya faşîst protesto bikin.
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Di meş û çalakiyan de, wê hewldanên dagirkirina Kurdistanê, qirkirin û komkujiyên ku tê xwestin li pêş çavên dinyayê bên kirin werin şermezarkirin. Ji bo dawî li xemsariya dewletên Ewropayê bînin, ji bo bêdengiya CPT û Konseya Ewropayê ji holê rakin û xwedî li grevên birçîbûnê derkevin em ê li qadan bin.
Bi navê KCDK-E'ê em bang li gelê xwe yê welatparêz, dostên xwe, şoreşger-demokrat, rewşenbîr, jin, zarok, bawermend û gelan dikin ku li welat û bajarên navê wan li jêrê hatine nivîsandin, bi rengekî çalak beşdarî meş û çalakiyan bibin û xwedî li daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê derkevin."
KCDK-E'yê bi bîr xist, greva birçîbûnê ya wekîla HDP'ê Leyla Guven a bê dawî û bê veger roja Şemiyê dikeve roja 59'an û wiha dewam kir: "Ji bo em bersivê bidin vê berxwedana bi rûmet, roja 5'ê Çileyê bi rengekî girseyî em dakevin qadan."
KCDK-E'yê plansaziya çalakiyan eşkere kir. Li gorî vê yekê, ji 5 heta 19'ê Çileyê wê herî kêm li 7 welat û 19 bajaran wê meş û mîtîng bên lidarxistin:
ELMANYA
Meşa navendî ya Eyaleta NRW wê li Dusseldorfê pêk were
Saet: 13.00
Cih: Pêşiya HBF a Dusseldorfê, li ber DGB Hausê
FRANKFÛRT
Cih: Berliner Platz
Saet: 14.00
STÛTTGART
Cih: Lautenschlager Strasse
Saet: 14.30
MANNHEIM
Cih: Prade Platz
Saet: 14:00
GIESSEN
Cih: Berliner Platz
Saet: 14:00
MAINZ
Cih: Hauptbahnhof
Saet: 14:00
HAMBURG
Cih: Hauptbahnhof
Saet: 15:00
GOETTINGEN
Cih: GANZELIZE
Saet: Ji 14:00 heta 16:00
SALZGÎTTER-HANNOVER
Cih: Hildesheim
Saet 15:00
BREMEN - OLDENBURG
Cih: Oldenburg HBF
Saet:14:00
BERLÎN
Cih: Ku-Damm
Saet: 15:00
KÎEL
Cih: Hauptbahnhof
Saet :14:00
SAARBRUCKEN
Cih: Europa Galeria
Saet :15:00
YEWNANÎSTAN
ATÎNA
Cih: Meydana Sintagma - Li pêşiya Konsolosxaneya Tirk
Saet: 16:00
HOLLANDA
ROTTERDAM
Cih: Schouwburgplien
Saet: 14:00
SWÎSRE
ZURÎCH
Cih: Helvetiaplatz. 8004 Zürich, Zwitserland
Saet: 14:00
ÎNGILÎSTAN
GALLER
Dem: 6'ê Çileyê roja Yekşemê
Dema kombûnê: 12:00
Cih: 1 Wellfield Rd, Cardiff CF24 3NZ (Li pêşiya Cafe Nero)
AWÛSTÛRYA
VIYANA
13'ê Çileyê wê li Viyanayê meşeke navendî bê lidarxistin
DANÎMARKA
19'ê Çileyê wê meşek bê lidarxistin