Kurdên ji Anatoliya Navîn ji bo Cizîr û Sûrê li Dûîsbûrgê şevek lidar xistin
Li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê, ji bo destekkirina Cizîr û Sûrê Platforma Kurdên Anatoliya Navîn çalakiyek lidar xist.
Li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê, ji bo destekkirina Cizîr û Sûrê Platforma Kurdên Anatoliya Navîn çalakiyek lidar xist.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê û cîhanê li ser navê platfromê Ronî Yildirim peyivî. Yildirim bibîr xist, ku dewletê polîtîkaya tinekirin û koçberkirinê li ser Kurdên li Anatoliya Navîn ferz kiriye û destnîşan kir, ku ew ê li hemberî vê yekê ji Enqereyê heta Yozgatê xwe bi rêxistin bikin û li dijî asîmîlasyonê bisekinin.
Piştî Yildirim parlamentera HDP'ê ya Wanê Tûgba Hezer peyivî. Hezer diyar kir, ji ber zexta giran a dewletê beşeke girîng a Kurdên li Anatoliya Navîn koçî Ewropayê kirine û anî ziman, li hemberî Kurdên dixwazin bi çanda xwe ve bijîn, zîhniyeta înkarê tabloyeke gelekî giran derxistiye holê. Hezer bal kişand ser konsepta şer a bi mehan e li Kurdistanê bi tank, top û bomberdûmana ji balafirên şer tê meşandin û destnîşan kir, ku tiştekî gelekî hêja ye Kurdên Anatoliya Navîn ên gelekî baş bi koçberiyê zanin, piştgiriyê didin Cizîr û Sûrê.
Piştî axaftinan, hunermend derketin ser dikê û beşdaran jî li ber stranên wan govend gerandin.