Kurdên Feylî êrîşên li ser Başûr şermezar kirin
Komîteya Kurdên Feylî ya KNK’ê êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir û banga vegera li aştî û aramiyê kir.
Komîteya Kurdên Feylî ya KNK’ê êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir û banga vegera li aştî û aramiyê kir.
Komîteya Kurdên Feylî ya Kongra Netewî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyeke nivîskî her cure êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir û banga vegera li aştî û aramiyê kir û bi 5 xalan daxwaza xwe diyar kir.
Komîteya Kurdên Feylî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dewlet û hikumeta Bexdayê ti sebebên qanûnî û exlaqî ji bo êrîş û destêwerdanên leşkerî nîşan nedane û her wiha li hember vê hikumet û desthiltdarên herêma başûr jî, nekarîn wan deveran û xelkê wê biparêzin, ew navçe bi xelkê wê ve bê kes û tenê hiştine. Komîteya Kurdên Feylî her wiha bang li saziyên navdewletî, NY, YE kir ku ji bo li herêmê aştî saz bibe xwe bixin bin bar.
Daxuyaniya Komîteya Kurdên Feylî ya KNK’ê wiha ye:
’JÊRXANA ABORÎ TÊK DIÇE’
Bi xemgînî û nîgeraniyeke mezin ve, em wek Komîteya Kurdên Feylî ya KNK’ê, bûyer û pêşhatên di navbera hikumeta navendî ya Îraqê û herêma Başûrê Kurdistanê de qewimin dişopînin. Komîteya Kurdên Feylî ya KNK’ê, kerba xwe nîşan dide ku alozî gihiştiye asta bi karanîna şer û zorê. Em dibînîn ku operesiyon û pevçûnên leşkerî bandora xwe li ser aramiya siyasî, civakî û jiyanê bi giştî kiriye. Rewşa jêrxana bingehîn têk diçe, bi taybetî li deverên naverasta Îraq û navçeyên Kurdistanî yên derveyî sînûrên herêma Kurdistanê û ku cihnişînên wê piranî Kurdên Feylî û pêkhateyên cuda yên etnîkî û dinên cuda ne.
’NE ARAMIYEKE TIRSNEK LI PEY XWE HIŞTIYE’
- Gef û zoriyên berdewam ji alî rêveberên dewletê û berpirsên hêz û partiyan û kesatiyên baladest û heta rewşenbîrên Ereb jî, li dijî hebûna Kurdan di navçeyê de, bi taybetî navenda Bexdayê û bajarên din yên ku heyameke dirêje heta berî hatina Îslamê jî xelkê me lê dijîn.
- Ew bajarên ku piraniya xelkê wê Kurd in, mîna Mendelî, Xaneqîn, heya digehîje Kerkuk û Şengalê, ji herî bakurê rojava li ser nexşeya Îraqê heta jêr, leşker û artêşa dewleta Îraqê kirine serbazgeh – leşkergeh û serederiya wêranker û talanê dikin. Xelkê deverê jî bê rêxistin û plan bersîva wan didin. Lew di bûyeran de zirar û xesareteke giyanî û birîndarbûn jî rûdan, herweha ne aramî û êmnahiyeke tirsenak li pey xwe hiştiye.
’DESTHILATDARÊN BAŞÛR GEL BÊ KES Û TENÊ HIŞTINE’
- Dewlet û hikumeta Bexdayê ti sebebên qanûnî û exlaqî ji bo van êrîş û destêwerdanên leşkerî nîşan nedan. Li hember vê hikumet û desthiltdarên herêma başûr jî, nekarîn wan deveran û xelkê wê biparêzin, ew navçe bi xelkê wê ve bê kes û tenê hiştin. Rexmê hindê ku hikumeta herêma başûrê Kurdistanê helwest li ser wê deverê li jêr madeya destûrî ya Îraqê (madeya 140) heye û bi neçareserî hatiye hilawîstin.
- Bi salan e hewlên dijîhev yên di navbera dewleta navendî û hikumeta Hevlêrê û hêzên siyasî yên girêdayî bi van aliyan ve, ew dever û navçeyên han hatine jibîrkirin. Jêrxana aborî tê de hat xerabkirin û rewşa jiyanê ber bi xerabiyê ve çû. Di demekî de deng û rengê xelkên deverê, ji ber amadenebûna nûnerên wan li navenda biryarê, hem li bexda û hem li Hewlêrê egerê serekî bû.
DAXWAZÊN KOMÎTEYÊ
Em wek Komîteya Kurdên Feylî ya KNK’ê, hemû curên êrîşkarî û zoriya hovane ya bûyerên vê dawiyê şermezar dikin. Banga vegera aramî û aşitiyê ji bo deverê dikin û daxwaz dikin:
1. Pêwîste hemî hêzên leşkerî ji deverê dûrkevin û dawî li destwerdana leşkerî bête dan û asayişa deverê radestî polîsên navxweyî bê kirin û ew rêveberiyê bikin.
2. Biryar were standin ku ev navçe bi temamî ji çek û hegemonya leşkerî bête vala kirin, ew hêzên bi projeyên xwe ku ti carî ne di berjewendiyên xelkê deverê ne. Bi amadebûna wan tenê ew dever dibîte meydana milmilanê û nakokiyan.
3. Derfetên ji bo bûna vê deverê wek devereke aram û dûr ji şer û nakokiyan, tenê bi avakirin û damezirandina rêveberiyeke xweser û bi hêzkirina na merkeziyê misoger dibe. Ji wê de dikare pêşkeftinên civakî û siyasî bi dest ve bêt û xelkê me li jêr pêşkeftin û firseta jiyaneke azad û aramî de bijîn.
4. Ev dever, ku bibe meydan û zemîneyeke pêşkeftî, bi ezmûna xwe ya dîrokî ji bo devereke aram û pêkvejiyanê bê guhertin, li hemû aliyekî ve dê bibite pira aştiyê di navbera xelkê wê û xelkên derdorê.
5. Daxwaz ji her du desthilatan (navend û herêmê) dikin ku bi ciddî hevkariya wan deveran bikin, ji bo avakirin û pêşvebirina civakî û jiyanî. Ew jî bi rêya butceyeke serbixwe bo deverê bête texsîskirin.
BANG
Em dîsan daxwaz û pêşniyarên xwe tekez dikin û xwe bi girêdayî prensîbên exlaqî yên jiyana hevpar ve dibînin. Herweha amadeyiya xwe ji bo hevkarî kirna hemû grûbên etnîkî û dînî û hêzên siyasî nîşan didin, li ser esasê xalên li jor.
Herweha Em bangî saziyên navdewletî, di serî de NY û YE û dewletên herêmê û dewletên girhêz û hemû rêkxistinên navneteweyiyên mirovdost dikin, ku piştgîr û hevkar bin, ji bo pêngavên damezirandina herêmeke aram û aştiyane."