Kurdên Evryê Nobeta Azadiyê dewr girtin

Nobeta Ji Ocalan re azadî ku Kurdên li Ewropayê ev 6,5 in bênavber li Strasboûrgê didomînin, vê heftiyê komeke ji Evry ya Fransayê dewr girt.

Çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ber Konseya Ewropayê ya Strasboûrg  a Fransayê didome kete heftiya 326'an.

Çalakiya nobetê ku her heftî Kurdên ji bajarên cuda yên Ewropayê tevlê dibin, vê carê ji bajarê Evry ya  Fransayê Xanim Ozdemîr, Dogan Çelîk û Fatma Elî dewr girtin. Heftiya bihurî jî ji Drancy a Fransayê komekê dewr girtibû.

Çalakgeran nebihîstyarî û helwesta ne dadmend a Konseya Ewropayê (KE) û Komîteya Pêşîlêgir a Êşkenceyê (CPT) rexne kirin, gotin ev ji 2 salan zêdetir e ti agahî ji Ocalan nayê standin. Çalakgeran gotin li gel ku dewletên dagirker zextê li ser Kurdan dikin jî kes guh nade wan û xwestin ku bi lezgînî şandeyek biçe Imraliyê û rewşa Ocalan hîn bibe.

Çalakgeran di çalakiyê de gotin, ''Kes guh nade me. Lê divê neyê ji bîr kirin ku Rêbertiya me û gelê Kurd di rêyeke rast de ne. Divê were zanîn ku em ê heta dawiyê bimeşin.''