Kurdistaniyên derveyî welat dijîn û dostên wan çalakiyên xwe yên şermezarkirinê ya li dijî girtina parlamenterên HDP'ê didomînin. Di çalakiyan de xwedî li HDP'ê derketin û peyama wê bi ruhê seferberiyê li ber xwe bidin hat dayîn.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
yekşem, 6 sermawezê 2016, 13:46
TOKYO
Li paytexta Japonyayê li Tokyoyê li ber parlamentoyê çalakî hat lidarxistin, qirkirina li dijî HDP'ê hat şermezarkirin. Cem Zengîn li vir axivî û ji bo çaliya roja sêşemê bangawazî kir. Zengîn wiha got: "Dewleta tirk wê bi girtina nekare tevgera siyasî ya Kurd biqedîne. Em ê bi ser kevin. Em li vir li pêşkerî çîna karker a Japon bibêjin ku em ê têkoşîna xwe bigihînin aştiyê. "
KIEL
Li bajarê Kîelê y Almanyayê bi banga Yekîtiya Hêzên Demokratîk mîtîn û meş hat lidarxistin. Meşa ku li semta Gaardenê destpê kir heta Asmus Bremer Platzê berdewam kir. Nêzî hezarKurd istanê û alman beşdarî meşê ûn. Di axaftinan de hat gotin ku girtina Hevserokên Giştî yên HDP'ê û parlamenteran careke din dîktatoriya Erdogan nîşan daye. Di çalakiyê de dirûşmên "HDP gel e, gel li vir e" "Qatil Erdogan hatin" berzkirin.
Komuna Jinan jî di şexsê parlamenterên jin ên hatine girtin de banga xurtkirina berxwedanê hat kirin.
ATÎNA
Li Yewnanistanê jî li ber avahiya parlamentoyê de zêdetirî 3 hezar kes hatin cem hev û xwedî li HDP'ê derketin.
Girseya li Qada Sintagmayê hat cem hev heta Balyozxaneya Tirkiyeyê meşiyan. Syriza, partiyên muxalefetê, komên komunîst û rêxistinên civakî yên sivîl, sendîkayan jî piştgirî dan.
Di çalakiyê de Berpirsyarê Karên Derve yê Syrizay Yannis Bournus û endamên Komîteya Navendî û Serokê Giştî yê Laiki Enotita Panayotis Lafazanis jî axivîn. Dîsa peyama Şaredarê Halandriyê nûnerê Rêveberiya Şaredariyên Herêma Atînayê jî peyama piştevaniyê şandin.
Di axaftinan de hat gotin ku êrîşên li dijî HDP'ê nayên qebûlikrin û ew ê piştgiriya xwe bidin.
Li ser navê Meclîsa Gel aKurd a Yewnanistanê Kendal Semsûr axivî û diyar ku heta faşîzma AKP'ê têk biçe wê bi ruhê seferberiyê çalakiyên xwe bidomînin.
ROMA
Li Paytexta Îtalyayê Romayê jî ji bo hevserokên Giştî yên HDP'ê û parlamenteran çalakî hat lidarxistin. Di çalakiya ku dirûşma "Terorîst Erdogan" hat berzkirin de hat xwestin ku gel xwedî li îradeya xwe derkeve.
LÎVORNO
Lİ bajarê Lîvorno ya Îtalyayê jîKurd û dostênKurd an li Qada Grandeyê kom bûn. Li vîr di çalakiya Roja Kobanê ya Cihanê de qirkirina siyasî ya li dijî HDP'ê hat şermezarkirin. Di çalakiyê de "HDP rûmeta me ye" hate berzkirin. Çalakî bi meşa ber bi Qada Cumhuriteyê ve bi dawî bû.
MUNÎH
Li bajarê Munîhê ya Almanyayê jî 3 roj in Kurd li kolanan in û li eyelate Bavyerayê mîtîngek li dar xistin. Di çalakiyê de operasyona qirkirina siyasî ya li dijî HDP'ê hat şermezarkirin. DIDF, Tevgera Hezîranê, Elewî, dostên alman û gelek komên din tevlî çalakiyê bûn û dirûşmên "Qatil Erdogan "terorîst Erdogan" berz kirin.
Di çalakiya ku li fuara konregena CSU'yê hat lidarxistin de pêk hat hate xwestin ku nebin şirîkê sûcên ku li dijî gelêKurd tê kirin.
SARATOV
Li navçeya Yarsov a girêdayî bajarê Saratov a Federasyona Rûsyayê, li Platînovka û Soçî ya girêdayî bajarê Krasnodar xwepêşandanê protestoyî hate lidarxistin.
Kurdistaniyên ku li bajarê Yarşov a girêdayî bajarê Saratovê dijîn li Navenda Çandê ya Kurd hatin cem hev û operasyonên qirkirina siyasî ya AKP’ê ya li ser HDP’ê şermezar kirin. Endamê Meclîsa Gela Mûrat Şeyho yê kû xitabî gel kir û wiha got: “Divê Kurd êdî baş dijminê xwe nas bike û li gorî wê nêzî AKP’ê û hevkarên wê nebin. Divê ti AKP’yî li Kurdistanê êdî xwe aram hîs neke.”
KRAASNODAR
Kurdistaniyên ku li Platînovka ya girêdayî Krasnodarê dijîn di pêşengtiya Meclîsa Gel de kom bûn û civînek lidar xistin. Di civînê de êrîşên qirkirinê yên li dijî HDP’ê hatin şermezarkirin. Endamê Meclîsa Gel Tahîr Newroz ê ku di civînê de axivî û got: “AKP û Erdogan naxwaze Kurd li herêmê bibin xwedî vîn. Siyaseta Kurd a ku li tevahî cîhanê pêşdikevin, dixwazin tine û di hilbijartinan de tenê bihêlin. Gelê Kurd wê li çar aliyan xwedî li parlementerên xwe derkevin. Divê faşîzma AKP’ê baş bizanibe, Kurd ne Kurdên berê ne, serî li ber van êrîşan natewîne, ne bêhêze.”
SOÇÎ
Kurdistanî û rêveberên saziyên Kurd ên ku li bajarê Soçî dijî jî êrîşên qirkirinê yên AKP/Qesrê kom bûn.
Serokê Otonamiya Çanda Kurd a Soçî Osman Îldîz ê ku di civîna aktivîteya li Salona Maîrns Park Otelê de axivî û wiha got: “Hemû Kurd û alîgirên demokrasiyê, divê îro li dorî HDP’ê bibin xelek. Ji bo rê nedin faşîzmê û xwedî li mîrasê bi hezaran şehîdan derbikevin, îro roja yekîtî û hevrebûnê ye. Faşîzma AKP’ê mehkûme ku li Kurdistanê winda bike.
Rêveberên saziyên din ên ku beşdarî civînê jî bibûn axaftinên ku êrîşên li ser HDP’ê şermezar dikin kirin. piştî axaftinan civîn bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “ Kujer Erdogan” ve bi dawî bû.