Kurdan û Ewûstûraliyan Tirkiye protesto kirin

Kurd û dostên wan ên li Sydneyê dijîn êrîşên dewleta Tirk protesto kirin û peyama ‘berxwedanekî topyekûn’ dan.

Bi pêşengtiya Komîsyona Jinê ya NCKD a Syndey a Evûtûralyayê li Qada Town Hall a Syndeyê çalakiyek hate kirin. Di çalakiyê de Kurdisanî û dostên wan ên Ewûstûralî êrîşên dagirker ên Tirk ên li ser Mexmûr, Şengal û qadên gerîla protesto kirin.

Di axaftinên çalakiyê de hatin kirin hatin gotin ku dewleta Tirk ne tenê PKK’ê gelê Kurd tev dike hedef û peyama ‘destkeftiyên gelê Kurd di xeteriyê de ne’ dan û ev hate gotin: “Bi berxwedanekî topyekûn em ê bikarin dagirkeran ji Kurdistanê bicehemînin.”