Kurdan li Rûsya û Kanadayê biryara DYA'yê şermezar kirin

Kurdên li Rûsya û Kanadayê, biryara DYA'yê ya li dijî rêveberên PKK'ê şermezar kirin.

Kurdên li herêmên Tambov û Saratovê yên Rûsyayê, biryara DYA'yê ya li dijî rêveberên PKK'ê şermezar kirin.

Bi vê armancê li navçeya Mîçûrînskê ya herêma Tambovê daxuyaniyek hate dayin. Bi navê Meclîsa Gel a Mîçûrînskê Mazlûm Serdar daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku biryar dewama komploya navneteweyî ye û li dijî hebûna gelê Kurd e.

LI SARATOVÊ CIVÎNA GEL HATE LIDARXISTIN

Li navçeya Yerşovê ya herêma Saratovê jî civîneke gel hate lidarxistin. Mîrzaliye Yakûb li vir axivî û got, Kurd wê li hemberî vê biryarê bêdeng nemînin û têkoşin. Yakûb diyar kir, yên ku dixwazin Tevgera Azadiyê ya Kurd bê bandor bikin mîna her carê wê bi ser nekevin.

'EM Ê HÎN BI XURTÎ XWEDÎ LI ŞOREŞGERÊN XWE DERKEVIN'

Îsa Yûsûpov jî anî ziman ku biryara DYA'yê tê wateya destekkirina polîtîkaya kujer a Tirkiyeyê ya li dijî Kurdan û got, "Ev biryar ji bo Kurdan bê qîmet e. Çawa ku gelê Kurd heta niha xwedî li rêber û şoreşgerên xwe derketin wê ji niha û pê ve hîn bi xurtî xwedî li wan derkevin."

LI TORONTOYÊ JÎ HATE ŞERMEZARKIRIN

Li bajarê Torontoyê yê Kanadayê, biryara DYA'yê ya li dijî rêveberên PKK'ê hate şermezarkirin. Çalakiya destpêkê li ber Konsolosxaneya DYA'yê pêk hat. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ev biryar dewama komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Çalakî wê sibe û rojên din jî bên lidarxistin.